Walîtiya Wanê nehişt li 66 polîsên îşkence kirin lêpirsîn bê destpêkirin

  • rojane
  • 09:02 15 Îlon 2019
  • |
img

WAN - Di 14'ê Tîrmeha 2018'an de li Wanê polîsan avêtibû ser xaniyê malbata Şahîn û 7 ferdên malbatê binçav kiribûn û di binçavan de îşkence li wan kiribûn. Malbata Şahîn giliyê polîsan kir û dozgeriyê jî xwest bi îdiaya "peywira xwe nebaş bi kar anîne" li 66 polîsan de lêpirsînê bide destpêkirin, lê Walîtiya Wanê daxwaza dozgeriyê red kir. 

 
Di 14'ê Tîrmeha 2018'an de li Taxa Yalimerez a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan avêtibû ser xaniyê malbata Şahîn. Di avêtina ser malê de Ayfer, Abdulbakî, Ayhan, Abdûllah û F. Şahîn û Şehrîban Mamûk û Dîlan Gorur hatibûn binçavkirin û 4 rojan di bin çavan de mabûn. Polîsan di avêtina ser malê û binçavkirinê de ferdên malbatê îşkence kiribûn û neheqî kiribûn. Paşê ji malbata Şahîn 4 kes hatibûn girtin. 
 
Piştî vê malbata Şahîn ji ber îşkence û muameleya xirab giliyê 66 polîsan kiribû. Malbatê xwestibû ji ber polîsan peywira xwe xerab bi kar anîye bên cezakirin. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Wanê jî nivîsek ji Walîtiya Wanê re şand û xwest derbarê 66 polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê walîtiyê daxwaza dozgeriyê red kir û nehişt lêpirsîn bê destpêkirin. 
 
Li ser vê parêzerên malbata Şahîn serî li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê dan. 
 
MA / Mujdat Can