ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2019'AN

 
 
* Endamê HPG’ê Muhammet Emin Demîr (Denîz Agirbaz) ku di 11’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, hîn jî cenazeyê wî nedane malbata wî. Bav Mûrat Demîr ku 35 roj in hewl dide cenazeyê kurê xwe wergire, got: “Êdî bila zarokên me nemirin. Bila bav zarokên xwe binax nekin." 
 
* Di 14'ê Tîrmeha 2018'an de li Wanê polîsan avêtibû ser mala malbata Şahîn û 7 ferdên malbatê binçav kiribûn û di binçavan de tahde li wan kiribûn. Malbata Şahîn giliyê polîsan kir û dozgeriyê jî xwest bi îdiaya "peywira xwe nebaş bi kar anîne" derdabrê 66 polîsan de lêpirsînê bide destpêkirin, lê belê Walîtiya Wanê daxwaza dozgeriyê qebûl nekir.
 
* Siyasetmedar Ufuk Uras, diyar kir ku peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Bêyî Kurd Tirk, bêyî Tirkan jî Kurd nabe” weke temîna jiyanek bi hev re ya civaka Tirkiyeyê nirxand û got: “Veguhetinek ku Kurdan pişt guh bike, wê pêdiviyên civakî pêşwazî neke.”  
 
* "Seraya Bêasteng" ku di bin banê Şaredariya Îpekyolûyê de hat vekirin û 12 welatiyên astengdar lê dixebitin, berên wê yên ewil gihan. Astengdarên li serayê dixebitin, gotin: "Piştî berên me gihan, hêviya me ya ji bo jiyanê zêdetir bû." 
 
* Esnafên bazara Sêrtê, bilêv kirin ku 20 sal in wekî niha serdemeke wisa zor ûz ehmet nedîtine û gotin: "Ne cotkar dikarin hilberînin je jî em dikarin bifiroşin." 
 
* Abdulmenaf Dargin ku ji ber li bajêr betal ma tevî malbata xwe çû gund û tûtin çand, got: "Ji bo zikê me têr bibe em vî karî dikin." 
 
* Her çend Erdogan bibêje, "Me bi nanê kesî neleyîstiye jî", qeyûman 5 hezar kes ji kar avêtin. Hevserokê KESK'Ê Mehmet Bozgeyîk, bilêv kir ku bi polîtîkaya qeyûman Rewşa Awarte hatiye mayîndekirin û Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî ji bo "têkoşîneke hevpar" bang kir. 
 
* Siyasetmedar Ûfûk Ûras, bilêv kir ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gotibû "Ne kurd bêyî tirkan, ne tirk bêyî kurdan dibin" tê wateya "temînata ku civaak Tirkiyeyê bi hev re bijî." 
 
* Civîna 4'emîn Meclîsa Giştî ya serdema 9'emîn a HDK'ê, wê bi tevlîbûna hevberdevkan Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Senoglû li avahiya navendê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Amed, Mêrdîn û Wanê li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kir, wê di roja 28'emîn de berdewam bikin. (11.00-13.00