Ji 3 bajaran xwestin girtiyên nexweş bên berdan

  • rojane
  • 16:16 14 Îlon 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Şaxa ÎHD'ê û xizmên girtiyan ji 3 bajaran bang li rayedaran kir û xwest girtiyên nexweş serbest bên berdan. 

 
Xizmên girtiyan  û endamên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û bixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan li Stenbol, Îzmir û Enqereyê daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 390'an de çalakiya "Rûniştina F" li dar xistin û bal kişandin ser rewşa Girtiyê Nexweş Erhan Ozel ê li Girtîgeha tîpa L a Hêjmar 1 a Maltepeyê. Parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan dîsa pankartên ku wêneyên girtiyên nexweş û nivîs li ser hene vekirin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Xizmen windayan pankartên “Mafê tedawiyê nayê astengkirin" û “Bila Girtiyê Nexweş Erhan Ozel serbest bê berdan" rakirin. Endama Komîsyonê Hatice Onaran, daxuyani da û bal kişand ser rewşa girtî Erhan Ozel. Onaran diyar kir ku Ozel di Tîrmehê de name şandiye û wiha got: "Ozel, bal kişand ser tenduristiya xwe û got ji 2'ê Mijdara 2008'an de hikum xwariye û 20 mehin bi nexweşiya dil û tansiyon - hipertansiyonê ye. Ozel da zanin ku di sala 1999an de emeliyata dil bûye û ji ber şertên girtîgehê nexweşiyên wî lê giran bûne. Ozel, bilêv kir ku di Çileya 2018'an de emeliyata dil bkû berê bi emeliyatê stent xistibû damara aortê. Damarê min girtin û li şûna wan damarê (grift) bi cih kirin. Tedawiya min 6 mehan taloq kirin. Ji bo dîsa emeliyat bibin min gelek caran serlêdan kiriye, lê randevû nadin min. Sewqa nexweşxaneyan nakin." 
 
Onaran, bang li Wezareta Dadê û saziyên eleqeder kir û xwest girtiyên nexweş serbest berdin.
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmêr girtiyan jî li Konakê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê 75 salî Amet Silik ê li Giertîgeha Tîpa R a Menemenê. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku Ahmet Sılık nexweşê giran e û xwest serbest bê berdan. 
 
Keça Ahmet Silik Ayşe Silik  jî diyar kir ku rewşa bavê wê giran e û xwest bavê wê serbest bê berdan. 
 
ENQERE 
 
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hayatî Kaytan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Di çalakiyê de pankarta “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" vekirin. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê Serpil Koksal daxuyanî xwend. Koksal, diyar kir ku Kaytan ji sedî 60 astengdar e û di mejiyê wî de tumor heye. Koksal, anî ziman ku Kaytan di sala 2009'an de li Enqereyê emeliyata nexweşiya tumorê bûye û ji sala 2009’an heta niha kontrol û şopandina tîbbî tê asteng kirin. Koksal xwest Kaytan bê berdan."