Xizmên Windayan 54 hefte şûn ve dîsa li derve ne

  • rojane
  • 15:59 14 Îlon 2019
  • |
img
AMED / ÊLIH – Xizmên Windayan li Amedê piştî 54 hefteyan li derve li aqûbeta windayan pirsîn. Li Êlihê jî Xizmên Windayan li aqûbeta windayan pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 553’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” piştî 54 hefteyan ku çalakî li derve ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatibû qedexekirin, li ber avahiya ÎHD’ê li derve li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin beşdarî çalakiyê bûn. 
 
‘JI BO ÊŞ NEYÊ KIŞANDIN DIVÊ ŞER BÊ QEDANDIN’ 
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytun da zanîn ku bi salane ew ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin têdikoşin û dê ev têkoşîna wan bidome. Zeytûn got bi zanebûn dosyeya kuştina 22 welatiyan a doza JÎTEMA’a Qoserê bêceza hat hiştin. Zeytûn diyar kir ku her ku diçe şer zêdetir dibe û ji bo dayik êşa zarokên xwe nekişînin xwest demildest dawî li polîtîkayên şer were. 
 
'JI BO KUŞTIN PÊK NEYÊ JIYANEK AZAD’ 
 
Hevşaredar Selçûk Mizrakli jî di çalakiyê de axivî û got: “Rengê hêsirên çavên me hemûyan yek in. Ji bo kuştin pêk neyên û êş neyê kişandin, pêdiviya vî welatî bi wekhevî, edalet, jiyanek azad û siberojek aştiyane heye. Lazime em ji bo aştiyê qeyd û bendên xwe girê bidin.” 
 
ÇÎROKA MEHMET ZAFER DEMÎRKIRAN HAT XWENDIN 
 
Vê hefteyê çîroka windakirina Mehmet Zafer Demîrkiran ê di 12’ê Îlona 1995’an de binçav kirin û winda kirin û carek din agahî jê nehat girtin hat xwendin. Birayê Demîrkiran, Sabahattîn Demîrkiran behsa windakirina birayê xwe kir. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan çalakî bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’ê û Xizmên Windayan ên Êlihê jî di hefteya 459’an de çalakiya “Bila Winda bên dîtin û kujer darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Mahfuz Akgul daxuyanî da. Akgul destnîşan kir ku heta winda bên dîtin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Akgul got kujerên Hatîce Atalay a di 10’ê îlona 1996’an de li navçeya Pîrana Amedê ji aliyê eskeran ve hat kuştin dernexistine holê. Akgul got kujer bêceza hatine hiştin û tevî hemû zext û qedexeyan jî dê li aqûbeta windayan bipirsin. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.