Ji Nobeta Demokrasiyê: Qeyûm nîşaneyên hilweşandinê ne

  • rojane
  • 15:38 14 Îlon 2019
  • |
img
AMED – Serokê Desteya Rêveberiya EMO’yê Gazî Îpek di Nobeta Demokrasiyê de axivî û got: “Vê desthilatdariya ku bi lez hildiweşe bi tayînkirina qeyûman hilweşandina xwe da nîşandan.” 
 
Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê ku li Amedê li dijî tayînkirina qeyûman birêve dibe li Kolana Lîseyê di roja 27’emîn de berdewam kir. Nobet îro jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Parlamenterên HDP’ê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan bi dirûşm û çepikan û stranan bertekên xwe anîn ziman. 
 
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeya xwe hat dûrxistin jî hat cihê çalakiyê û welatiyan bi berzkirin dirûşman ew pêşwazî kirin. 
 
Îro jî gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl piştgirî dan çalakiyê. Nûnerên komeleyên herêmî yên navçeyên wek Kixî, Dep, Azarpêt, Xorxol, Çêrme, Rêveberên Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) ya girêdayî Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê (TMMOB), Hevşaredarê Bajaroka Perî ya Dersimê Orhan Çelebî, Serokê Rêxistina Partiya Komînîst a Kurdistanê ya Wanê Baran Karakoyun beşdarî çalakiyê bûn. 
 
'DEST JI XELETIYÊ BERDIN’ 
 
Li ser navê Komeleyên Herêmî Tuncay Gokçe axivî û diyar kir ku qeyûmên tayînî ser vîna gel hatine kirin dê qebûl nekin û got: “Vîna gel paş ve bidin. Yên duh digotin ‘ên bi hilbijartinê hatine wê bi hilbijartinê biçin’ lê îro gelekî tuen dihesibînin û qeyûm tayînî ser vîna wan dikin. Divê demildest dest ji vê şaşîtiyê berdin.” 
 
Sedat Dogan jî li ser navê partiyên Kurdistanî axivî û got: “Qeyûm tayînî ser xweza, ziman û çanda me kirine.” 
 
'TAYÎNKIRINA QEYÛM NÎŞANEYA HILWEŞANDINÊ YE’
 
Hevşaredarê Bajaroka Perî Orhan Çelebî jî da zanîn AKP qeyûm tayînî ser vîna gel kiriye û banga piştevaniya geşkirina berxwedanê kir. 
 
Serokê Desteya Rêveberiya EMO’yê Gazî Îpek jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Vê desthilatdariya bi lez hildiweşe bi tayînkirina qeyûman hilweşandina xwe da nîşandan. Lazime çepgir, şoreşger û her kes were gel hev û ji kesên vînê nas nakin re bibe bersiv. Em ê piştevaniya xwe dewam bikin.” 
 
ŞAMPIYONA CÎHANÊ JÎ DESTEK DA NOBETÊ 
 
Piştî axaftinan Nîhat Aydin ê di Şampiyona Damê ya Cîhanê de bû yekemîn plaket û pirtûkek diyarî Hevşaredar Selçûk Mizrakli kir. Aydin ê ji nava 7 welatan bû yekemîn xwest Mizrakli vegere ser wezîfeya xwe. 
 
Girse piştî 5 deqîqe çalakiya rûniştinê belav bû.