Hevseroka Giştî ya ESP'ê Gumuştaş di Nobeta Demokrasiyê de ye: Teqez emê bi ser bikevin

  • rojane
  • 15:36 14 Îlon 2019
  • |
img
WAN - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 27'an de li Wanê berdewam kir. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, beşdarî nobetê bû û got: "Em teslîmî polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP'ê nabin. Teqes emê bi ser bikevin." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Wanê di roja 27'an de Nometa Demokrasiyê li pêş avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê berdewam kir. Komê di nobetê de pankarta “He vîha qeyûm, vîna gel," vkirin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Ozlem Gumuştaş û hevşaredar amade bûn. Di nobetê de Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku bi qeyûman vîna gel xezp kirine û wiha got: "Berê ji qeyûm tayînî 94 şaredariyên me kirin. Hevserokên me hatin girtin. Hevşaredarê me Bekir Kaya, 4 salin neheq girtî ne. Me şaredarî ji destê qeyûm girt. Lê piştî me şaredarî ji destê qeyûm girt, neheq dîsa qeyûm tayînî 3 şaredariyên  me yên bajarê mezin kirin. Em baş dizanin ku şaredarî kirin bin deynan û nelirêtî pêş xistin. Ji bo gel tu tişt nekirin. Em ê şaredariyên ku gel bi vîna xwe qezenç kiiye dîsa ji destê qeyûman bistînin." 
 
 
'EM LI VIR DI NAVA BERXWEDANÊ DE NE' 
 
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, beşdarî nobetê bû û got: "Em teslîmî polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP'ê nabin. Teqes emê bi ser bikevin. Bi darbkeya qeyûm li dijî vîna gel êrîş pêk anîn. Qesr dîsa li dijî vîna gel derket. Bi girtin û binçakvirnê dixwaze destkeftiyên me terorize bike. Em li vir di nava berxwedanê de ne. Em vîna xwe teslîm nakin. Em û rêveberên xwe bi hevre li vir in. Em ê li dijî hişmendiya mêrê serdest a AKP’ê teqez bi ser bikevin. Gelê Amed û Wanê ji bo hemû gelê Tirkiye li ber xwe dide. Em teslîmî polîtîkayên şer ên AKP u MHPê nabin. Li Tirkiye teqes wê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi ser bikeve."