Dayikên Şemiyê bang li Soylu kirin: Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo?

  • rojane
  • 15:03 14 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê da zanîn ku 12’ê Îlonê îro bi destê AKP’ê dewam dike û bang li Wezîrê Karên Navxweyî yê duh çû ber avahiya HDP’ê cem malbatan kirin: “Ji bo dengê Dayikên Şemiyê neyê bihîstin çi ji destê te tê tu dikî. Ev çi nakokiya dijwar e.” 

 
Dayikên Şemiyê di hefteya 755’emîn de li aqûbeta zarokên xwe pirsîn. Dayikan xwestin biçin qada Galatasarayê lê polîsan nehişt. Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê, xizmên windayan û parlamenterên HDP’ê û CHP’ê beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Vê hefteyê li aqûbeta kesên di 12’ê Îlonê de hatine windakirin pirsîn. Xwişka Hasan Ocak ê di 1995’an de hat windakirin, Masîde Ocak daxuyaniya vê hefteyê xwend û bal kişand ser 12'ê Îlonê û dosyeya doza JÎTEM'ê ya Qoserê. 
 
'12’Ê ÎLONÊ ÎRO JÎ DIDOME’ 
 
Ocak bibîr xist ku bi ser darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê re 39 sal derbas bûn û darbekar û îşkencekarên 12’ê Îlonê dema mirin bi merasîmên fermî yên dewletê hatin oxirkirin û wan wisa xelatkirin. Ocak da zanîn ku kesên di 12’ê Îlonê de hatin windakirin hêj aqûbeta wan nediyare û di tariyê de didome û got: “Tevî hemû şahid û belgeyan jî ji bo ewladên me edalet pêk nayê. Bi kurtasî ji bo me 12’ê Îlonê 39 sal in didome. Mîrateya 12’ê Îlonê ku bandor li ser bi sed hezaran însan kir jiyana me ya îro jî jehrî dike. Zîhniyeta 12’ê Îlonê ya hemû daxwazên me înkar dike îro jî didome.” 
 
‘EV LAÇIK HER TIŞTÎ VEDIBÊJE’ 
 
Dayika Şemiyê Ayten Morsumbul a xizmê Huseyîn Morsumbul ê di 12’ê îlonê de hat windakirin got: “Dayika Fatma 37 sal bênavber qîr dikir û digot Hiseynê min û Hiseynê min. Vê laçika di destê min de de êşa malbatan û hêsirê çavê wan vedibêje û radixîne ber çavan. Min îro Dayika Fatma ji we re aniye. Yê lê binêre wê ji hemû dayikan fêm bike. Yên dayik wê fêm bikin. Yên ne dayik fêm nakin. Dayika Fatma 37 sal bênavber faroniyê Hiseynê xwe veşart. Digot ‘Dema ez bimirim, min bi vî faroniyî veşêrin.’ Lê kesî ji Dayika Fatma fêm nekir. Kesî ji êşa wê fêm nekir.” 
 
‘EV ÇI NAKOKIYA DIJWAR E’ 
 
Birayê Cemîl Kirbayir ê di 12’ê Îlonê de hat windakirin, Mîkaîl Kirbayir behsa 12’ê Îlonê kir. Kirbayir bal kişand ser lêgerîna aqûbeta windayan û got: “Hin kes di îşkenceyan de asteng man. Hin kes bi salan ji azadiya xwe bêpar man. Mafên wan jiyanê yên hin kesan ji destê wan hat girtin û wan winda kirin. Yek ji van jî birayê min Cemîl Kirbayir e. Dayikên Şemiyê ji 1995’an ve li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixistin û aqûbeta zarokên xwe dipirsîn. Di encama têkoşîna hat dayîn de serokwezîrê demê Erdogan bi dayikan re hevdîtin pêk anî. Dayikên me Emîne, Berfo, Zeydan, Elmas çûn hevdîtinê û daxwaza dîtina cenazeyên zarokên xwe kirin. Ji wan re gotin ên wisa dibêjin hûn in? Gotin ji we re Galatasarayî qedexe ye. Niha jî li Amedê hin dayik rûdinên. Li zarokên xwe digerin. Mafê wan xwezayî ne. Li ku rûdinê bila rûnên. Lê hûn kesên êşê bi me didin kişandin dinasin? Wezîrê Karên Navxweyî ji bo desteka malbatan diçe Amedê. Lê heman Wezîrê Karên Navxweyî ji bo dengê Dayikên Şemiyê neyê bihîstin çi ji destê wî tê dike. Ev çi nakokiyên dijwar in. Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo? Rengê êşê ne heman e? Ev çi qiyametê hûn bi serê me ve tînin.” 
 
‘TU ZANÎ EMPATÎ BIKÎ?’ 
 
Xwişka Hayrettîn Eren ê di 12’ê Îlonê de hat windakirin Îkbal Eren jî got: “12’ê îlonê mala her kesî xera kir. Dayika Elmas 39 sal çavê li rêya lawê bû. Lê niha hin kes derketine li ser êşa dayikan dixwazin roja xwe bibin serî. Êşa dayikan dixin pêşbirkê. Divê êşa dayikan nexin pêşbirkê. Hefteyek berê Wezîrê Karên Navxweyî di bernameyek de dibêje ‘empatiyê deynin zarokê we hinek dereng were malê hûnê çi hîs bkin.’ Yaw her hefte em li vir dêjin bi me re empatî deynin. Ev 39 sal in hêj birayê min nehatiye. Cemîl, Nûrettîn û yên din nehatin. Tu zanî empati deynî? Hin kes derketine dayikn ji hev cuda dikin.”