Guven û Aydenîz gora Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin

  • rojane
  • 14:16 14 Îlon 2019
  • |
img
RIHA – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz, gora parlamenterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz çûn serdana Rêxistina HDP’ê ya Siwêregê û pişt re jî çûn serdana malbata parlamentere HDP’ê yê berê Îbrahîm Ayhan ê par li Hewlêrê di encama krîza dil de çû ser dilovaniya xwe û gora wî ziyaret kirin. 
 
Guven û Aydenîz ewilî çûn serdana Rêxistina HDP’ê ya Siwêregê û rêveberên HDP’ê ew pêşwazî kirin. 
 
‘LEHENGÊ KURDISTANÊ BÛ’ 
 
Guven û Aydenîz pişt re jî çûn serdana malbata Ayhan û li gel dayik û bavê wî çû goristanê û gor ziyaret kirin. 
Guven li ser gora Ayhan axivî û diyar kir ku ew ê di têkoşîna demokrasî û aştiyê de li ser şopa têkoşîna Ayhdan bin. Guven da zanîn ku hevalê wan Îbrahîm Ayhdan di demek bêwext de ji van wan koç kir û got: “Em dizanin ku Kurdîstanê lehengek xwe winda kir. Heval Îbrahîm li hemû parçeyên Kurdîstanê xebitî. Bi taybetî li Rojava têkoşînek mezin birêve bir. Keda wî li hemû Kurdistanê belav bû. Lehengê gelê xwe bû. Em ê demokrasiyê, aştiyê û wekheviyê li ser şopa te bînin. Heta gelê kurd bigîhîje rojên azad û demokrasiyê em ê têbikoşin.” 
 
Guven piştî axaftina xwe qurnefil danî ser gora Ayhdan. Dayika Ayhan, Zekiye Ayhan li ser gora kurê xwe lorand û her kesî xemgîn kin.  
 
Guven û Aydenîz piştî serdana gorê ji Siwêregê veqetiyan û vegeriyan Amedê.