Cerdevanê birîndar ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 13:03 14 Îlon 2019
  • |
img
MÊRDÎN – Li Herêma Omeryan a Mêrdînê di 7’ê îlonê de cerdevan Abdullatîf Ekmen ê di pevçûnê de birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Herêma Omeryan a di navbera navçeyên Mehsert û Nisêbînê yên Mêrdînê de 7’ê îlonê pevçûn qewimî. Cerdevan Abdullatîf Ekmen di pevçûnê de birîndar bibû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihat dermankirin. Hat ragihandin Ekmen ê li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.