Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê didome

  • rojane
  • 12:42 14 Îlon 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Mêrdînê di roja 27'emîn de dewam kir. Çalakiya gel a li Mêrdînê ya li dijî qeyûman di roja 27'an de didome.
 
Nobeta Demokrasiyê ya HDP'ê ku li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman li dar dixe di roja 27'emîn de berdewam kir. Nobeta rûniştinê di bin dorpêçkirina polîsan de li ber avahiya HDP'ê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de Parlamenter Dersim Dag axivî. 
 
'BI XESPÊ DIXWAZIN ŞER MEZINTIR BIBE' 
 
Dersim Dag a ku daxuyanî da wiha got:"Em li îradeya xwe û li şaredariyên xwe xwedî derdikevin. Em ê li dijî provakasyonên ku li ber avahiya HDP'ê ya Amedê dixwaze bê kirin jî li berxwe bidin. Ji bo aştî û azadiyê çi ji destên me bê em ê bikin. Ew çi dixwazin bila bikin em ê jî li dijî wan wekî her carê têkoşîna xwe mezintir bikin. Bi xespê dixwazin li vî welatî şerekî mezin rû bide. Dê hukumet bi polîtîkayên şer têk biçe."
 
Piştî axaftina Dag, çalakger çalakiya rûniştinê li dar xistin.