Nameya Recep Peker derket holê: Edaletê ez qedandim

  • rojane
  • 11:15 14 Îlon 2019
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) nameya Recep Peker ê li Guven Parkê agir berda bedena xwe parve kir. Peker di nameyê de got "Ez 5 mehan birçî hiştim. Min heviya xwe bi edaletê anî û 7 salan li heviya edaletê mam. Lê edaletê ez qedandim. Min bi navê xwedê sond xwar ku li pêş Dadgeha bilind benzînê li xwe bikim û xwe bişewitînim." 
 
Recpe Peker ê li Parka Guvenê agir berda bedena xwe û çalakî li dar xist beriya çalakiyê nameyek nivîsî bû. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) nameya Peker parve kir. Nameya Peker wiha ye: 
 
"Min ji Şaxa Banka Ziraatê ya Sîncanê krêdiya pêwistiyê kijandibû. Dema min krêdî kişand, mecbûrî 750 tl karta krêdî dan min. Ji ber ku xaniyê min tune bû min ew krêdî xerç kir. 100 tl estreya Kartê hat. 80 tl'yê min hebû. Min ew razand. Ji xwe meaşê min jî 550 tl bû. Di sala 2013'an de hemû meaşê min desteser kirin. Ez 5 mehan birçî hiştim. Ez mahkûmî birçîbûnê kirim. 
 
Min li dadgeha serfkirinê doz vekir. Danişîna dozê salekê berdewam kir. Min li Midûriyeta îcrayê doz vekir. Lê li gel 30 roj derbas bû dosya nexistin meriyetê. Dadgeha Sefrkirinê dosya dîsa şand Dadgeha Bilind. Piştî 7 sal şûnde bang bin kirin ku biçim Dadgeha Sefrkirinê. Gotin 'ewreqê kêm' û kaxizek bi min da îmzekirin. Ji bo ez dozê li dadgeha jor venekim kaxiz bi min dan îmzekirin. 
 
 
3 roj şunde dadgeha bilind doz red kir. Min sedema wê pirsî, got ji ber ev yek wê ji bo hemû kesên teqawît bibe emsal wê doz di ne eleyhê min de be. Ez niha dipirsim, edalet li ku ye? Tenê çareseriyek min heye. Brêz mezinên min. Ez bi navê xwedê sond dixwim, ezê li pêş Dadgeha Bilind benzînê li xwe bikim û xwe bişewitînim. Ezê carekê bişewitim.  Edaleta ku min tenê ji wê bawer dikir tune ye. 7 salan ez li pey xwe kaş kirim. Lê ji bo pereyên di kutuyên pêlavan de gotin ne yê me ne, kumpasa FETO ye. Bi faîza wê paşve stendin. Lê min 7 salan êş kişand. Birçî mam. Lê min dîsa hêviya xwe ji edaletê nebirî. Lê min fam kir ku edalet li pişt dewlemend an e. Edaletê ez xelas kirim. Gotina min ew qas e.