Danişîna Mizrakli hat taloqkirin

  • rojane
  • 12:00 11 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Danişîna doza Hevşaredarê DBB’ê Selçûk Mizrali yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin ku ji sala 2017’an ve berdewam dike, hat taloqkirin. 
 
6’emîn danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku ji ber hinceta xebatên wî yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê û avakirina rêxistinê” di sala 2017’an de hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  
 
Mizrakli beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wî Zulal Erdogan, Mehmet Emîn Aktar û Muhsîn Bîlal di danişînê de amade bûn. Berî danişîn dest pê bike, girtekên berê hatin xwendin û hat gotin ku bersiv ji bo nivîsa lêkolînkirina dîjîtal a ATK’ê ya Stenbolê ne hatiye dayîn. 
 
Dozger ku mutalaaya xwe aşkere kir, xwest ku qedexeya derketina derveyî welat dewam bike û li benda rapora ATK’ê bê rawestandin. Parêzerên Mizrakli jî, xwestin qedexeya derketina derveyî welat bê rakirin. Şandeya dadgehê, biryar da ku qedexeya derketina derve dewam bike û danişîn taloqî 25’ê Kanûnê kir.