Li Xîzanê, mînîbus di zinarde werbû: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 11:41 11 Îlon 2019
  • |
img

BEDLÎS - Li gundê Çilçax ê navçeya Xîzanê ya Bedlîsê, mînîbusa rêwiyan di derketina gund de di zinar de wer bû. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 jê giran 8 kes birîndar bûn. 

 
Li gundê Çilçax a navçeya Xîzan a Bedlîsê, mînîbûsa rêwiyan a diçû navenda navçeyê, di derketina gund de, di zinar de wer bû. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, di mînîbusê de 17 kes hebûn. Di qezayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 jê giran 8 kes jî birîndar bûn. Ambûlans û ekîbên rizgarkirinê yên hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyên Xîzan û Tetwanê. Li gund xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.