5 rojnamevan 6 roj in di binçavan de ne

  • rojane
  • 12:19 25 Tebax 2019
  • |
img
MÊRDÎN - 5 rojnamevanên di 20'ê tebaxê de li Mêrdînê çalakiyên şermezekarina qeyûman dişopandin hatin binçavkirin, 6 roj in li Midûriyeta Polisan a Mêrtînê tên girtin. 
 
Nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya (MA) Ahmet kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Halîme Parlak û Nûrcan Yalçin ku di 20'ê Tebaxee de li Mêrdînê çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin derbkirin û paşê hatin binçavkirin. Ji 20'ê Tebaxê ve 5 rojnameger 6 rojin li Miduriyeta Polîsan a Mêrtînê di bin çavan de tên girtin. Rojnamevanên li Şaxa TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê tên ragirtin, dema binçavkirina wan 4 rojan hatibû dirêjkirin.