Girtiyê nexweş êdî malbata xwe nas nake!

  • rojane
  • 09:06 25 Tebax 2019
  • |
img
MÊRSÎN - Girtiyê nexweş Emrah Îsî ku 6 meh in bi tena serê xwe di Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê de dimîne, êdî malbata xwe nas nake. Birayê wî Erhan îsî, got: "Birayê min êdî bi zorê me nas dike." 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê girtiyê nexweş Emrah Îsî 6 meh in bi tena serê xwe dimîne. Birayê wî Erhan Îsî, bilêv kir ku rewşa tenduristiya birayê wî qet nebaş e û got: "Birayê min êdî xweşikî me nas nake. Tim bala wî dikeve ser hin tiştên din û em çi jê dipirsin dibêje 'nizanim.'"
 
Erhan Îsî, bilêv kir ku birayê wî di sala 2012'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin 15 sal ceza lê hatiye birîn û heta niha di 6 girtîgehan de maye. Îsî, diyar kir ku pêşî birayê wî li Girtîgeha Tîpa T a Samsûnê nexweş ketiye û li girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzutyê jî ji ber 6 meh in bi tena serê xwe dimîne nexweşîna wî girantir bûye. 
 
6 MEH IN BI TENA SERÊ XWE YE 
 
Îsî, bilêv kir ku di hevdîtina dawî de birayê wî gotiye nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û got: "Birayê min 6 meh in bi tena serê xwe dimîne. Bi tu awayî niakre girtiyên din bibîne. Di hevdîtina dawî de xweşikî me nas nedikir. Me liv û tevgerên wî dîtin. Wexta me pê re xeber dida tim bala wî diçû ser tiştine din û gelek caran hin tişt li ser hevdu dubare dikir. Berê tiştekî wisa tune bû. Pirsgirêkên wî yên derûnî di Girtîgeha Samsûnê de çêbûne. Lê li Trabzonê xirabtir bûye. Ji ber vê rewşa xwe dermanên xwe jî ji bîr dike. Rewşa wî pir xirab e." 
 
Her wiha birayê wî Îsî, bilêv kir ku di hevdîtinê de wan çi ji birayê xwe pirsiya birayê wan gotiye "Nizanim, nayê bîra min" û got: "Êdî nikare xwe îfade bike. Mafê wî yê telefonê heye lê nikare bi kar bîne. Dibêje nayê bîra min." 
 
‘DIVÊ BÊ TEDAWÎKIRIN' 
 
Îsî, diyar kir ku der barê jiyana birayê wî de şik û guman li wan peyda bûne û ji bo vê wan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye. Îsî, got: "Bila alîkariya me bikin. Nexasim jî partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl. Divê birayê min rojek berî rojekê bê tedawîkirin. Divê bijîşk biçin cem wî. Qet nebe bila wî bişîning irtîgeheke nêzî me. rewşa me ya aborî nebaş e. Ji ber vê em pir nikarin biçin."