ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2019'AN

* Siyasetmedar Halît Yildiztekîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê girtî ye, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û diyar kir ku rayedarên girtîghê mafê hevdîtina mehane ji saetekê daxistine 50 deqîqeyî û mafê hevdîtina heftane ya girtî ji 45 deqîqeyan daxistine 40 deqîqeyî. Yildiztekîn, anî ziman ku berê rojnameya Yenî Yaşam didan wan, lê êdî rojnameyê nadin wan. 
 
* Girtiyê nexweş Emrah Îsî ku 6 meh in bi tena serê xwe di Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê de dimîne, êdî malbata xwe nas nake. Birayê wî Erhan îsî, got: "Birayê min êdî bi zorê me nas dike."
 
* Zehra Kanat, bi hêviya bibe xwedî kar û bar zanîngeha kuta kir. Lê piştî zanîngeh kuta kir dîsa betal ma. Piştî krşza aborî kûrtir bû vê carê berê xwe da gund û dest bi çandiniyê kir. Kanat, bilêv kir ku ji ber çandiniyê dike kêfxweş e. 
 
* Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bedîa Ozgokçe ku qeyûman wekî "heydût, rêbir" binav kir, diyar kir ku wê bloka AKP-MHP'ê bi têkoşîna gelê kurd biçe û got: "Wê gelê Wanê hesab ji kesên pereyên wan dizîne bipirse." 
 
* Şêniyên gundên li quntara Çiyayên Kazê jî li dijî komkujiya xwezayê ne. Gundyan, bilêv kir ku ew dixwazin vê xakê ji neviyên xwe re bihêlin.
 
* Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li dijî tayînkirina qeyûm a şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê li gelek bajaran çalakiyên xwe berdewa bikin. (11.00- 20.00)
 
* Koordinasyona Heskifê wê li dijî Bendava Ilisû li Parka Demokrasî ya Maçkayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.00)