Girtiyê rastî lêdanê hat nikare biaxive

  • rojane
  • 09:09 13 Tebax 2019
  • |
img

WAN - Li Girtîgeha Xarpêtê binpêkirina mafên mirovan ji rojevê dernakeve. Gardiyanên Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi hinceta "Bi odeya cîranên xwe re axivîne li girtiyan xistin. Gardiyanan girti Medenî Kiye bi giranî birîndar kir û ji ber vê yekê Kîye êdî nikare biaxive. 

Zext û pêkutiyên li ser girtiyan didom in. Li Girtîgeha Xarpêtê jî demek dirêje zext û pêkûtîyên li ser girtiyan tên kirin di rojevê de nin. Li Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê gardiyanan di 4'e Tebaxê de bi hinceta girtî bi odeya tenişta xwe re axivên bi ser kawîşa girtiyan de girtin û li girtiyan xistin. Gardiyanan di serdegirtina kawîşê de li 15 girtiyan xistin û birîndar kirin. Di êrîşa gardiyanan de girtî Medenî Kiye bi giranî birîndar bû. Li gel ku ji ser hişê xwe çû jî ranekirin nexweşxaneyê û niha nikare bi axive. Medenî Kiye ku di sala 2006'an de li Erzirome girtî bû, sewqî girtîgehên Îzmir, Panosê kirin û herî dawî sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Kiye demek dirêj li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de hat girtin. Kiye, piştî krîza dil derbas kir şandin cem girtiyên din. 
 
JI BER NIKARÎBÛ BIAXEVE BI NIVÎSKÎ ANÎ ZIMAN
 
Xwişka Kiye Hatice Kiye diyar kir ku piştî birayê wê rastî lêdanê hat êdî nikare biaxive. Kiye, anî ziman ku piştî bihîstin girtî rastî lêdanê hatine ketine nava hewldanan û wiha got: "Me serî li Komîsyona girtîgehan a Baroya Wanê û Şaxa ÎHD'ê da û serlêdana sûc kir.  Pêncşema borî parêzer çûn bi birayê min re hevditin kirin. Parêzeran diyar kirin ku Medenî bi tu awayî nikarîbû bi axive û bi nivîskî serpêhatiyên xwe anîne ziman. Rewşa birayê min a nikare bi axive asta îşkenceya hatiye kirin nîşan dide. Ev çawa hovîtîye ku di vê astê de li wan didin. Ez duşemê li rayedarên girtîgehê geriyam. Gotin 'Em nikarin têkildarî vê mijarê agahî bidin' Em li benda pêncşemê rawestiyan ku em bi telefonê bi axivin. Di şertên asayî de saet di 11.00’an de digeriya. Ez çend caran li rayedarên girtîgehê geriyam gotin 'Pirsgirêk tune wê bigere' Herî dawî saet di 16.00’an de ez geriyam. Gotin temam em niha girê didin. Piştî telefon girtin carek din jî bersîv nedan. Ji ber ku Medenî nikare bi axive bi telefonê negeriya." 
 
Kiye, herî dawî anî ziman ku ji jiyana birayê xwe bi fikar in û wiha bi dawî kîr: "Bi fermana midûr êrîş kirine. Em niha muxataban nabînin. Me wekî malbatê serlêdana sûc kir. Li gelek girtîgehên din jî heman îşkence heye û heman sûc tê kirin. Em wekî malbat dawiya vê meseleyê bernadin û emê heta dawî li mafê xwe bigerin."