Li Tirkiye zêdeyî 1 milyonek mayîn hatine çandin

  • rojane
  • 09:49 20 Tîrmeh 2019
  • |
img

DERSÎM – Li navçeya Pilûrê ya Dersimê di 15'ê Tîrmehê de xwişk û bira Ayaz û Nupelda Guloglu di teqîna mayîna çandî de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Wezareta Karên Hundir di navbera salên 1984 û 2009'an de ji ber teqemeniyan li Tirkiye Hezar û 269 kesan jiyana xwe ji dest dan. 5 hezar û 91 kes jî birîndar bûn. Li gorî Hewldana Tirkiyeyek Bê Mayîn li Tirkiye 1 milyon mayîn heye. 

Li mezraya Çakliyayla ya bi ser gundê Bîlgeç a girêdayî navçeya Pilûr a Dersimê ve di 15’ê tîrmehê de teqînek rû da û Ayaz (8) û Nûpelda (4) Guloglu yên xwişk û birayên hev jiyana xwe ji dest dan. Walîtiya Dersimê daxuyanî dabû û gotibû ku ji teqemeniyek bi destan hatiye çêkirin zarokan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin zaroka ji ber teqîna muhîmata eskerî jiyana xwe ji dest dane. Daxuyaniya Waliyê Dersimê Tuncay Soner ku da û dê piştevaniyê bide malbatê bû sedema bertekên xelkê Dersimê. Malbata Guloglu sê sal in diçin zozanan û mehên havînê li wir derbas dikin. Teqîn 15 metro dûrî konên malbatê pêk hat. Şopên teqînê hin pirsan di serê mirovan de çêkir. Teqîn kort ango çal çênekiriye. Ji ber vê yekê tê dîtin ku ev ne teqemeniyek bi destan çêkirine û teqîn ne ji ber teqînek bi destan hatiye çêkirin rû daye. Nerûxandina kevirên derdorê jî balê dikişîne ser xwe. Tê gotin ev cûreyê vê teqînê cûreyek din e. Teqîn nêzî Qereqola Kuşluca pêk hatiye û ev yek gumanan zêdetir dike. 
 
Piştî ve bûyerê dîsa mijara teqemenî û mayînên li Tirkiye hatine çandin ket rojevê. Li gorî daneyên Hewldana Tirkiyeyek Bê Mayîn li Tirkiye 1 milyon mayîn heye. Dîsa li gorî heman daneyan tenê di navbera salên 2004 û 2017'an de Hezar û 138 kes ji ber berhemên eskerî û mayînên hatine çandin jiyana xwe ji dest dane. Li tirkiye 1 mîlyon û 3 hezar û 943 mayîn hatine çandin. Herî zêde mayîn li bajarên Agirî, Êlih, Çewlîk, Dersim, Bêdlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdîr, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê hatine çandin. Li Tirkiye di navbera salên 1991 û 1998'an de di serî de li herêmên sînor  li gelek bajarên nêzî sînor mayîn hatin çandin. Tirkiye Peymana Ottawa ku hilberîn û çandiniya mayînan hatiye qedexekirin, di 4'ê Kanûna 1997'an de biryar da ku îmze bike. Di 1'ê Adara 1999’an de ev biryar ket meriyetê. Tirkiye di sala 2003'an de ev peyman îmze kir. Di 1'ê Adara 2004’an de peyman ket meriyetê. Li gorî peymanê Tirkiye di sala 2008’an de diviya bû 3 milyon mayîn îmha kiriribûya. Lê heta 2011'an mayînên hatine stok kirin îmha kir. Tirkiye diviya bû di sala 2014'an de 1 milyon mayinên ku hatine çandin paqij kiribûya, lê ev peyman pêk neanî û heta sala 2022’an dem xwest. Li tirkiye 9 hezar û 303 heb dij-personel mayînên çandî yên ji bo perwerdehiyê hene. 
 
DI 25 SALAN DE 1269 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Li gorî Wezareta Karên Hundir di navbera salên 1984 û 2009'an de di navbera 25 salan de ji ber teqemeniyan li Tirkiye Hezar û 269 kesan jiyana xwe ji dest dan. 5 hezar û 91 kes jî birîndar bûn. Ji van kesên jiyana xwe ji dest dan 625 kes polîs û esker û 644 kes jî sivîl bûn. Koordînatorê Hewldana Tirkiyeyek Bê Mayîn Muteber Ogreten, diyar kir ku Tirkiye denma di sala 2017’an de dest bi paqijiya mayînan kir ev xebat têkildarî ewlehiya herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat bûn. Ogreten, anî ziman ku xebatên wan ên li ser sînorê Irak û Îranê li 3 herêman hatiye belavkirin û wan gava 1’emîn xelas kiriye. Lê dest bi xebatên din hêj nekirine û wiha got: "Li ser sînorê Sûriye jî hem mayin tên paqijkirin û hem ji li ser sînor dîwar tê lêkikirin. Tirkiye li gorî peymanê diyar kiribû ku heta 2014’an hemû mayînên hatine çandin paqij bike. Lê niha ev yek heta sala 2022’an dirêj kirin. Ji ber ku dema em li xebatên wan dinerin karê paqijkirina mayînan pir pir giran e. 
 
 
MA / Semra Turan