Dosyeya Eşref Erdîn jî ket nav dosyeyên kiryar nediyaran!

  • rojane
  • 09:06 20 Tîrmeh 2019
  • |
img

ŞIRNEX - Li Cizîrê, di dema qedexeya derketina derve de Eşref Erdîn ê 59 salî hatibû kuştin û cenazeyê wî du rojan li cem xizmên wî mabû. Piştî kuştina Erdîn lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê dozgeriyê ji bo dosyeya Erdîn biryara "Lêgerîna daîmî" da. 

Li Cizîr a Şirnexê, ewilî di navbera 4-12'ê Îlon a 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di dema vê qedexeyê de yek ji kesên jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî du rojan li cem xizmên wî mabû jî Eşref Erdîn ê 59 salî ye. Piştî mirina Erdîn, lêpirsîn hatibû destpêkirin. 
 
Di dosyeya lêpirsînê de îfadeyên şahidan, nivîsên ku saziyên fermî ji hev re nivîsandine, rapora otopsiyê û hin raporên din cih girtin. Di rapora ku ji aliyê Midûriyeta Labortûvar a Polîsan a Krîmînal a Amedê ve hat nivîsandin de, hat diyarkirin ku di canê Erdîn de bermayiyên fîşekan nehatine dîtin. Di raporê de hat bilêvkirin ku Erdîn ji mesafeyeke dûr ve hatiye kuştin. 
 
Şahidan jî di îfadeyên xwe de diyar kir ku piştî ew li 155 geriyane, destûr hatiye dayîn ku Erdîn biw esayîteke taybet biçe nexweşxaneyê, lê belê wexta ketine rê wesayît hatiye gulebarankirin. Yek ji şahidên bûyerê jî di îfadeya xwe de got: "Piştî wesayît ji ber malê çû, qederek şûnde dîsa vegeriya. Min dît, bi çekê bera wesayîtê dan. fîşek li pêşiya wê ketin. Li ser vê em hatin malê. Me apê min li malê da sekinandin. Xwîn pir jê diçû. Wê şevê apê min jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî du rojan li cem me ma." 
 
Em niyetê jî di nivîsa ji dozgeriyê re şand de diyar kir ku ji dîmenan jî nehatiye tespîtkirin çek ji kîjan wesayîtê hatine berdan. Li ser vê dozgeriyê lêpirsîn temam kir û der barê dosyeya Erdîn de biryara "lêgerîna daîmî da". Dozgeriyê ji bo dema demboriyê jî 25 sal diyar kirin. 
 
Tevî dosyeya Erdîn heta niha ji bo dosyeya Cemîle Çagirga (10), Meryem Sune (53), Selman Agar (9), Bunyamîn îrcî (14) û Mehmet Erdogan (75) jî biryara "lêgerîna daîmî" hatiye dayîn.