Di binçavan de rastî lêdanê hatin

  • rojane
  • 09:05 20 Tîrmeh 2019
  • |
img

STENBOL - Piştî encamên azmûna YKS'ê hatin diyarkirin, li Kadikoyê xwendekarên lîseyî ji bo bal bikişînin ser encamên YKS'ê û çelexwarîtiya pergala perwerdehiyê daxuyaniyek dabûn çapemeniyê. Di daxuyaniyê de polîsan gelek xwendekarên lîseyî binçavkirin. Yek ji van xwendekaran Adem Çetîn e. Çetîn, diyar kir ku polîsan di bin çavan de li wan daye. 

Di 18'ê Tîrmehê de piştî encamên azmûna YKS'ê aşkere bûn, li Kadikoya Stenbolê komek xwendekarên endamên Lîseyiyên Şoreşger (DEV-LÎS) xwestin bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal bikişînin ser çelexwarîtiya pergala perwerdehiyê. Di dema daxuyaniyê de polîsan mudaxileyî xwendekaran kir û 6 xwendekar binçav kiribûn. Piştî rojeke di bin çavan de xwendekar hatin berdan. 
 
Yek ji xwendekarên hatibû binçavkirin endamê DEV-LÎS'ê Adem Çetîn, destnîşan kir ku tenê daxwazek wan heye, ew jî guherandina pergala perwerdehiyê ye. Çetîn, bilêv kir ku li dijî vê pergala perwerdehiyê wan xwestiye li Kadikoyê çalakiyekê li dar bixin û ji bo vê wan êlgeên xwe li xwe kiriye û pankartên xwe vekiriye û got: "Lê belê li ser pankartên me tiştekî îllegal tune bû. Tenê li ser pankartên me 'Ma xeyalên me di sê saetan de hiltê?', 'Xiyal Stenbol û Îzmîr, jiyan A-101 û BÎM' nivîsandîbûn. Bi rastî jî pergala perwerdehiyê ya heyîw isa ye. Em en koleyên vî welatî ne, em xwendekar in. Pêşî me yê çalakiya xwe li cem Peykerê Ga ê li Kadikoyê ye bikirana, lê belê hemû teşkîlata polîsan şandin cem Peykerê Ga. Li ser vê em jî çûn Qada Kadikoyê û me daxuyanî da û çalakiya xwe li dar xist. Bêyî em bên hişyarkirin polîs bi ser me de hatin û emd orpêç kirin. Piştî dorpêç kirin êrîşî me kirin û enhiştin em çalakiya xwe temam bikin." 
 
DI BIN ÇAVAN DE HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Çetîn, got: "6 polîs êrîşî min kirin. Bi hêla stuyê min û milê min badan. Nehiştin biqîrim. Du kelemçe li destê min xistin. Hîn jî stuyê min û milê min diêşe. Li min û hevalên min xistin. Bi îşkenceyê em binçav kirin. Kesên li derdorê ku dixwestin alîkariya me bikin, êrîşî wna jî kirin. Heta jinekê dema xwest alîkariya min bike wê tehm dan û xistin erdê. Dema min dixistin wesayîtê bi pehînan li min dan. Di hundurê wesayîtê de sixêf ji me re gotin. Ji ber kelemçeya hevalekî min pir jidandibûn hevalê min ew derxist. Polîsekî dît û rabû hîn bêtir jidand. Niha destê hevalê me reş bûye û pir êşandine." 
 
Çetîn, anî ziman ku wê çalakiyên wan ê li Kadikoyê û kuçeyan bidomin û ew ê tu carî kuçeyan neterikînin.