Ji bo 2 milyon mirov tenê 8 hawizên avjeniyê hene!

  • rojane
  • 09:04 20 Tîrmeh 2019
  • |
img

RIHA - Li Rihayê her sal nêzî deh kesan di cihokên avê û Çemê Firatê de difetisin. Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî ji bo Rihaya ku 2 milyon nifûsa wê heye tenê 8 hawiz çêkirine. 

 
Li Rihayê bi roj germahî 40 pileyan derbas dike. Welatî jî ji bo xwe hênik bikin bêyî guh bidin talûke û xeteriyê dikevin cihokên avê û Çemê Firatê. Di van cihokên avê û Çemê Firatê de hema bêje her sal bi dehan kes difetisin. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê wekî alternatîf tenê ji bo vî bajarê zêdetirî 2 milyon nifûsa wê heye tenê 8 hawiz çêkirine.  Hawizên heyî têra bajêr nake. Her wiha li 7 navçeyên Rihayê hawizên şaredariyan tune ne û li 3 navçeyan jî herkê hawizek heye. Ji ber hawiz kêm in û rojê bi sedan kes dikevin van hawizan, ji hijyenîkbûnê bêpar in. 
 
8 KES FETISÎN 
 
Li Rihayê, 8 kesên fetisîn û di çapemeniyê de derketin, di meha Hezîran û Tîrmehê de fetisîne. Di van mehan de Riha pir germ e û welatî zêde dikevin avê. Her wiha zarokên nikarin biçin hawizên şaredariyê jî dikevin cihokên avê yên Gola Masiyan.