ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN

  • rojane
  • 09:00 20 Tîrmeh 2019

* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, redkirina serlêdanên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku divê di serî de dewlet û bi giştî hemû muxalefet bang li dewletê bike ku li gorî hiqûqê tev bigere. Akin Bîrdal jî got: "Redkirina serlêdanan tê wateya gurkirina êgir." 

* Xazil Dîsa Zar Bûma", ew helbest e ku Prof. Dr. Sihîdê Îbo û hevrêyê wî bijîşk-helbestvan Simoê Şemo, can dane kelam û gotina wê. 
 
* Li Rihayê hema bêje her sal bi dehan kes di cihokên avê û Çemê Firatê de difetisin. Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî ji bo Rihaya ku 2 milyon nifûsa wê heye tenê 8 hawiz çêkirine. 
 
* Piştî encamên azmûna YKS'ê hatin diyarkirin, li Kadikoyê xwendekarên lîseyî ji bo bal bikişînin ser encamên YKS'ê û çelexwarîtiya pergala perwerdehiyê ji bo çapemeniyê daxuyaniyek dabûn. Di dema daxuyaniyê de polîsan gelek xwendekarên lîseyî binçavkirin. Yek ji van xwendekaran Adem Çetîn e. Çetîn, bilêv kir ku di bin çavan de polîsan li wan daye. 
 
* Li Cizîrê, di dema qedexeya derketina derve de Eşref Erdîn ê 59 salî hatibû kuştin û cenazeyê wî du rojan li cem xizmên wî mabû. Piştî kuştina Erdîn lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê dozgeriyê ji bo dosyeya Erdîn biryara "Lêgerîna daîmî" da. 
 
* Serokên baroyên Îzmîr, Aydin û Tekirdagê, destnîşan kirin ku divê Heskîfa dîrokî bê xelaskirin û gotin, ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin dozên bên vekirin. 
 
* Malbatên 33 ciwanên ku li navçeya Pirsûsê 4 sal berê di êrîşa DAIŞ'ê de hatin qetilkirin wê wan li pêş Navenda Çandê ya Amara ya navçeya Pirsûsê bibîr bînin. Malbat piştre wê li salona konferansê ya Şaredariyê bi hevre li fîlmê "Gitmek" temaşe bikin. Li Amed, Riha, Stenbol, Edene û Îzmirê jî ji bo bîranîna 33 ciwanan wê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) 
 
* Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin wê di hefteya 747'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam bikin. (12.00)
 
* Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê li Amed û êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li avahiyên şaxên ÎHD'ê berdewam bikin. (12.00)
 
* Platforma Şaxan a DÎSK'ê wê ji bo mîtînga  çareseriyê ya "Li dijî şer çareseriya demokratîk" ku di 22'ê Tîrmehê de li Îstasyona Amedê be li dar xistin li Şaxa 2'emîn a Genel Îş'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê biboneya girtiyên nexweş bên berdan li pêş Sumerbank a Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 382'an de berdewam bikin. (13.30)
 
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê li Parka Koşuyolu dest bi çahî û çalakiyên vekirî yên şevê bike. Şahî wê bi stranên Mikail Aslan û Hivron dest pê bike. (19.00)
 
* Rojên Şanoyên Gerok en Zarokan ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe, wê li Erxenî û Bismilê start bide. (19.00)