Komîteya Amadekar: Werin em bi hev re li dijî şer qîr bikin

  • rojane
  • 15:54 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED – Endamên Komîteya Amadekar a mitînga HDP’ê ya dê li Amedê di 22’ê tîrmehê de li dar bixe banga beşdariyê kirin û gotin: “Ji bo şer bi dawî bibe divê em hemû bi hev re qîr bikin.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 22’ê tîrmehê de li Amedê bi dirûşma “Ji bo aştiyek birûmet çareseriya demokratîk” li Qada Îstasyonê mitîngê li dar dixe. Dê ji bajarên derdora Amedê jî welatî beşdarî mitîngê bibin. HDP ev hefteyeke amadekariyên mitîngê dike û xwelkê vedixwîne qada mitîngê. Bi taybetî li Amedê rêveber û parlamenterên HDP’ê kolan bi kolan digerin û belavokên banga beşdariya mitîngê dike li welatiyan belav dikin. 
 
Mitîng dê saet di 17.00’an roja duşemê li Qada Îstasyonê pêk were. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, aktîvîstên TJA’yê, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek di mitîngê de xîtabî gel bikin. Koma Çarnewa û Koma Azad jî wê di mitîngê de derkevin ser dikê û konser bidin. 
 
‘WÊ JIN JI ŞER RE BÊJIN RAWESTE’ 
 
Endamên Komîteya Amadekar a Mitîngê banga beşdariya mitîngê kirin. Endama Komîteya Amadekar Arzu Kizilkaya diyar kir ku 40 sal in welat di nava şer de ye û got: “Vî şerî hemû civakê xistiye bin bandora xwe. Ji bo şerê diqewime re em bêjin ‘bes e û rawest e’ em mitîngê li dar dixin. Bi taybetî jin di şer de bandora herî mezin dibînin. Ji ber vê yekê bi taybetî divê jin ji şer re bêjin bes e. Divê em li dijî şer dengê xwe bilind bikin.” 
 
‘JI BO DAWÎ LI ŞER WERE DIVÊ EM QÎR BIKIN’ 
 
Endamê Komîteyê Muhhamed Erkîz jî destnîşan kir ku HDP li dijî polîtîkayên şer e û wiha got: “Şer ji civakê re xizmet nake. Ji bo em polîtîkayên şer rawestînin em têdikoşin. Pêwîste li dijî şer çareseriya demokratîk û siyaseta demokratîk li pêş be. Şer gelan dike dijminê hev. Li dijî vê yekê em hemû aliyên civakê, gelan ji bo li dijî şer dengê xwe derxin bang li wan dikin k udi 22’ê tîrmehê de werin Qada Îstasyonê. Ji bo şer bi dawî bibe pêwîste em hemû bi hev re qîr bikin.”