Mizrakli û Yilmaz bersiv dan derewên derbarê mizgeftan de: Yên qadên mizgeftan kirine cihê bazirganiyê beton rijandin qada hêşînayî

  • rojane
  • 15:05 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED – Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Peyasê Kezîba Yilmaz bertek nîşanî manîpulasyona derbarê mizgeftan dan û gotin ew kesên wê angaştê derxistin qadên ji bo cihêm mizgeftê veguherand qada bazirganiyê û bi awayek dij qanûnî qadan ji îmarê vekirine û beton rijandin qadên hêşînayî.  

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê li dijî biryara ku di serdema qeyûm de ya 4 qadên hêşînayî ku ji îmarê vekirin û xwestin mizgeftan çêbikin de, biryar girtin û biryara serdema qeyûm betal kirin. Şaredariya Mezin biryar girt ku ew van qadan dîsa veguherînin qadên hêşînayiyê. Piştî biryara şaredariyê hin medyaya îktîdarê li dijî şaredariyê nûçeyên manîpulasyonî çêkirin. Hevşaredarê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz li Eywana Navenda Çandê û Kongreyê ya Şaredariya Mezin civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Musa Farisogullari û endamên meclîsa şaredariyan beşdarî civînê bûn. 
 
Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz da zanîn k udi rojên dawî de hin partiyên siyasî û komele li dijî şaredariyên wan kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin û ji ber vê yekê neçar mane ku daxuyanî bidin û got: “Navçeya Peyasê ji 34 taxan pêk tê. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên 2018’an nifûsa wê 362.407 hatiye hesabkirin. Li navçeya me bi giştî 46 heb mizgeft hene.” 
 
'LI DIJÎ QANÛNAN DEST BI ÇÊKIRINA MIZGEFTAN KIRINE’
 
Yilmaz bi bîr xist ku piştî qeyûm tayînî şaredariya wan kirine 8 parsel ango qadên şînahiyê ji bo bikin mizgeft ji îmarê re vekirine û got: “Li ser van 8 parselan înşata qeba ya 4 mizgeftan xilas bûbû. Ji bo mizgeft xilas bibe şaredariya Bajarê Mezin a tu tasarrufan nekiriye. Li 4 parselên din jî tevî ku înşat lê nehatiye çêkirin jî piştî hilbijartina 31’ê Adarê demildest betorn lê rijandinê. Şaredariya Bajarê Mezin di civîna meha hezîranê de biryar girt û xwestiye van qadan dîsa veguherîne qadên hêşînahiyê. Piştî vê biryarê bi awayek dij qanûn xwestine van înşatan xilas bikin. Ev kirinên wan bi awayek eşkere li dijî qanûnan e. Proje û plana hatiye kirin ne li gorî pêdiviyan e. Têkildarî van mizgeftan nûçe û nîqaşên hatine kirin hemû spekulasyon in. Ji bilî reşkirinê ne tiştek din e.” 
 
Yilmaz piştî daxuyaniya xwe li ser sînevziyonê jî biryara hatiye girtin nîşan da û derbarê mijarê de agahî dan. 
 
'FERASETEK JEHRÎ YE’ 
 
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî destnîşan kir ku li welat li qada baweriyê dem bi dem wek pîsta daketinê tiştan bi xwe re tîne û got: “Ev feraset ferasetek jehrî ye. Di vê çarçoveyê de ev çend roj in di bin navê saziyên îslamî de civakê şaş agahdar bikin. Îfadeya di bin navê saziyên îslamî de jî ji xwe bi problem e. Wê di warê hiqûqê de jî tengezarî bê dîtin. Divê her kes xwe ji van nêzîkatiyên bi vî awayî dûr bike.” 
 
'EM Ê BELGEYAN BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE BIKIN’ 
 
Mizrakli bal kişand ser biryara walîtiyê ya ku dê derbarê şaredariyê de karê hiqûqî bide destpêkirin û got: “Heke pêdivî bi cihê îbadetê hebe, çima cihên ji bo îbadetê hatiye veqetandin mizgeftan çênakin? Çima li cihê qada hêşînayî tahsîlatek wisa çêdikin? Divê vê yekê bibersivînin. Di serdema qeyûm de cihên ji bo îbadetê hatine tesîskirin hemû cih veguherandine qada rantê û bazirganiyê. Em ê di vî derbarê û mijarê de di rojên pêş de belgeyan bi raya giştî re parve bikin.” 
 
'HEMÛ KARÊN EM DIKIN LI GORÎ QANÛNAN E’ 
 
Mizrakli da zanîn ku di serdema qeyûm de cihên berê wek qada hêşînahiyê hatine diyarkirin ji bo qada îbadetê tahsîs kirine û wiha got: “Li hin cihan hêj riknê wan dihat rijandin. Lê di nava mehek û nîvê de bi awayek lez înşata wan çêkirin. Ev wêne vê sibehê hatine kişandin. Li du deveran lez dan çêkirina mizgeftê. Gotine li şûna vê jî mizgeftan xera dikin. Wisa fikirîne. Yên ku dengê xwe ji hilweşandina mizgefta Uskudarê re nekirin, lê îro nêzîkatiya wan a bi vî rengî mirov dide fikirandin. Kerem bikin heke dibêjin hiqûq fermo em li pêş hiqûqê jî hesabdayînê bikin. Di warê hesasiyeta nêzîkatiyên şaredariyên HDP’ê ya li dijî dîn de her kes jî baş dizane. Li Tirkiyeyê pir kêm şaredariyan mizgeft çêkirine. Mizgefta Ehmedê Xanî ji aliyê şaredariya HDP’ê ve hatiye çêkirin. Hemû kar û barên em dikin li gorî destûra bingehîn û qanûan e.”