ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin

  • rojane
  • 15:03 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî welatiyên di 10 salên dawî de bi maşiyên zirxî yên polîs û eskeran hatin kuştin rapor amade kir. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku 63 bûyer rûdane û di van bûyeran de 36 welatî bi maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dane. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, diyar kir ku bêcezakirin hêz û wêrekiyê dide faîlan û rê li pêş bûyerên nû vedike. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê têkildarî bûyerên 10 salên dawî yên maşîneyên zirxî ku li herêmê bûne sedema kuştina welatiyan rapor amade kir. ÎHD'ê bûyerên maşîneyên zirxî yên di navbera salên 2008-2018'an de kom kir û bi sernavê "Rapora Lêkolîna Mafên Jiyanê ya Di Encama Lêxistina Maşîyenên Zirxî yên li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat" bi raya giştî re parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun rapor parve kir û diyar kir ku ji ber di 35 salên dawî de şerekî nivco li herêmê didome, taxrîbatên giran ên civakî li pey xwe hiştiye. Zeytûn, da zanîn ku li gorî daneyên ne fermî zêdeyî 50 hezar mirovan di vî şerê nivco de jiyana xwe ji dest dane. Zeytûn, anî ziman ku ev şerê heyî raste rast bandora xwe li ser jiyana mirovên sivîl û mafê jiyanê dike û wiha got: "Di rewşa şerê çekdarî de binpêkirina mafan zêde dibe û mafên mirovan nayê parastin. Yek ji binpêkirina mafan jî bi navê “ewlehiyê" maşîneyên eskerî û polîsan li nava bajar zêde bûne û bûne sedema kuştina gelek welatiyan. Li gorî ve yekê di nava 10 salên dawî yên ku me tespît kirine tabloyek giran li pêş çavan radixe. 
 
DI 10 SALAN DE 63 BÛYER RÛDAN Û 36 WELATÎ HATIN KUŞTIN
 
Zeytûn da zanîn ku di 10 salên dawî de herî kêm li herêmê 63 bûyerên bi maşîneyên zirxî rû dan û di van bûyeran de 16 jê zarok, 6 jin, 14 mêr bi giştî 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Di van bûyeran de herî kêm 85 welatî birhîndar bûne û hinek ji wan di milê fîzikî de seqet mane." 
 
ÎHD'ê di raporê de cih dan çend mînakan û minak wiha rêz kirin: 
 
“Di 14'ê Hezîrana 2017'an de li navçeya Lice ya Amedê maşîna zirxî ya eskeran li pîra 85 salî Pakize Hazar qeliand û pelçiqand û kuşt. 
 
Di 27'ê Nîsana 2016'an de li navenda Amedê li ser rêya Gevranê Hatun Elhuman a 55 salî bi maşîna sirxî hat kuştin. 
 
Di 3'ê Gulana 2017'an de li Taxa Karşıyaka ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê panzera polîsan li xaniyê malbata Yildirim qeliband û di malêde birayên hev Muhammed ê 7 salî û Furkan Yildirim "e 6 salî kuştin. 
 
Di 15'ê Mijdara 2015'an de li Navçeya Nisêbînê polîsan ji maşîna zirxî ya kabro gule berdan û welatiya ducanî Selamet Yeşilmen li ber deriyê malê kuşt. 
 
* Di 19'ê Sibata 2016'an de li kolana Çax Çaxê ya Navçeya Nisêbinê polîsên di maşîna zirxî de gule reşandin û Dilşa Ak a 59 salî kuştin. 
 
* Di 30'ê Tebaxa 2016'an de Li taxa Xaçortê ya Wanê tîmên taybet ên di maşina zirxî de gule reşandin û Mustafa Duman ê 17 salî kuştin. 
 
* Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên taybet ji maşîna zirxî gule reşand û di gulebaranê de welatî Aydin Tümen, Serhat Buldan, Rahmi Sefali û Nejdet Îşozu jiyana xwe ji dest dan. 
 
Zeytûn, diyar kir ku li gel delîl û şahid diyar dikin ku bûyer bi zanebûn pêk hatiye jî bersûc nayên cezakirin û ev yek rê li pêş bûyerên din vedike. Zeytun, destnîşan kir ku ji ber bi salan e li herêmê şer heye rê li pêş îhlala mafê jiyanê vedike û wiha bi dawî kir: "Bi vê raporê em armanc dikin ku talûkeya şer a li ser mafê jiyanê û rê li pêş îhlalên mafên jiyanê bigirin. Mafê jiyanê pîroz e. Em vê yekê di her demê de tînin ziman. Ji bo mafê mirovan bê parastin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin tekoşîn û xebatên me wê berdewam bike."