Li başûrê Liceyê operasyona leşkerî dest pê kir

  • rojane
  • 14:25 27 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Li qadeke berfireh a başûrê Liceyê operasyona leşkerî dest pê kir. Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de leşker bi ser malan de digirin. 

Hat ragihandin ku duh li gundên Sîsê, Dêrxûst, Nenyas, Licok, Cinezûr, Gir, Mişirf, Huseynîg, Pîrik û Kerwesê yên ku dikevine başûrê Liceyê, operasyona leşkerî dest pê kiriye. Hat ragihandin ku yekîneyên taybet li qada operasyonê bi ser malan de digirin û malan di lêgerînê re derbas dikin. Her wiha tê gotin ku hemû rêyên ku diçin gundên operasyon li wan hene ji aliyê leşkeran ve hatine girtin û nuqteyên kontrolê hatine avakirin.