Di doza Dink de dozger xwest 7 kes bên cezakirin

  • rojane
  • 13:59 27 Hezîran 2019
  • |
img
STENBOL - Di danişîna doza kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya  Agosê Hrant Dink de, Dozgerê komarê der barê 7 kesên di navde Yasin Hayal, Erhan Tuncel û Ogun Samast jî heye ceza xwest. 
 
Danişqîna doza Kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink wê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbol berdewam kir. Dozger der barê 7 kesên di navde Yasîn Hayal, Erhan Tuncel û Ogun Samat jî heye ceza xwest. Dozger der barê Yasin Hayad de bi sucdariya “Rêxistina sûc ava kiriye û bi rêve biriye", der barê Erhan Tuncel de ji teqîna Mcdonaldsê û sucdariya "bi zanebûn bombe bikar anîne û bi zanebûn kuştine", “Zerar dane mal" û “Hrant Dink bi zanebûn kuştine" der barê Zeynel Abidin Yavuz, Ersin Yolcu û Tuncay Uzundal de jî bi sucdariya “Hrant Dink’ kuştiye û "endamtiya rêxistinê" der barê Ahmet İskender de jî bi sucdariya "Endamtiya rêxistinê ceza xwest. Dozger dîsa xwest Ogun Samast jî bi sucdariya "Endamtiya rêxistina çekdarî" bê cezakirin.
 
Dozger xwest Osman Hayal û Salih Hacısalihoglu  jî beraet bikin. 
 
Danişîna dozê taloqî Tîrmehê kirin.