Polisan bi ser mala endama meclisa şaredariyê ya HDP'î de girt û hemû ferdê malbatê binçav kir

  • rojane
  • 11:44 27 Hezîran 2019
  • |
img

RIHA -  Polisan bi ser mala Endama Meclisa Şaredariya Serekaniyê yê HDP'î Dîlan Ablay de girt û Ablay, dayik û bavê wê û 2 xwişkên wê binçav kir. Polisan di serdegirtinê de droneyan jî bi kar anî û hewşa malê kolandin. 

 
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, polisan di saetên serê sibehê de bi ser mala Endama Meclisa Şaredariya Serekaniyê yê HDP'î Dîlan Ablay de girt. Polisên ku malê dorpêç kirin, di serdegirtinê de droneyan bi kar anî, deriyê malê şikandin û demeke dirêj li malê lêgerîn kirin. Piştî lêgerîna malê polisan Ablay, dayik û bavê wê û brayê wê Baran Ablay û xwişka wê ya di bin 18 salan de jî binçav kir. Polisan piştî kontrolkirina tendrustiyê hemû ferdên malbatê yên binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Serêkaniyê. 
 
Polisên ku di dema serdegirtinê de kepçeyê jî bi xwe re anîbûn diwarên hewşa malê hilweşandin û hundirê hewşê kolan. Hat ragihandin ku polisan darên di hewşê de jî ji kok ve rakirine. Her wiha polisan bi ser mala kalê Ablay, Zubeyîr Ablay (73) de jî girt. Polisan di vê serdegirtinê de jî deriyê malê şikandin û Zubeyîr Ablay derb kirin. Ablay piştî serdegirtinê çû Nexweşxanya Dewletê ya Serêkaniyê rapora "nikare kar bike" girt.