Kaftancioglu roja înê derdikeve pêşberî dadger

  • rojane
  • 14:25 26 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL – Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu ji ber parvekirinên medya civakî dê roja înê derkeve pêşberî dadger. 

Seroka Rêxistina CHP’ê ya Bajêr a Stenbolê Canan Kaftancioglu 6 sal berê di hesabê xwe yê medya civakî de parvekirinan kiribû. Bi hêceta parvekirina doz lê vebû. Kaftancioglu dê roja înê li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger û îfade bide. Kaftancioglu bi îdayên “Li serokkomar heqaret kiriye,” “Dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye”, “Navtêdana kîn û dijminiya gel kiriye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” tê sûcdarkirin û heta 17 salan ceza jê re tê xwestin.