Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de fetisî hat dîtin

  • rojane
  • 13:28 26 Hezîran 2019
  • |
img
ŞIRNEX – Cenazeyê Salîh Karakoyun ê li Cizîrê di Çemê Dîcleyê de fetisîbû hat dîtin. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê du roj berê Salîh Karakoyun ê 18 salî ji bo xwe hênik bike ket ava Çemê Dîcleyê. Karakoyun bi avê re çû û fetisî û cenazeyê wî winda bûbû. Komên rizgariyê ev du roj bûn li cenaze digeriyan û îro dîtin û ji avê derxistin. Di vê kêliyê de xizmên Karakoyun yên xemgîn bûn ji hişê xwe çûn û xebatkarên tenduristiyê mudaxeleya tibî kirin. 
 
Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî otopsiyê dê cenaze radestî malbatê bê kirin.