Qeymeqam destûr neda ku li dijî talankirina Heskifê daxuyanî bidin

  • rojane
  • 13:12 16 Hezîran 2019
  • |
img
ÊLIH - Hewldana 78'an, bi armanca li dijî talankirin û xerakirina Heskifê bertekên xwe bînin ziman xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê Qeymeqamê Heskîfê destûr neda daxuyaniyê. 
 
Hewldana 78'an, li dijî talankirin û xerakirina Heskifê xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê Qeymeqamê Heskîfê destûr neda ku komele daxuyaniyê bide. Qeymeqamiyê diyar kir ku hemû çalakî û bernameyên li navçeyê hatine betalkirin û ji ber vê yekê destûr nadin vê çalakiyê jî. Duh Meclisa Jinan a HDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê xwestibû daxuyaniyê bide û ji aliyê qeymeqamiyê ve hatibû astengkirin. Li aliyê din dorpêça polîs û eskeran a li dora Heskifê di saetên êvarî de hat rakirin.