ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • rojane
  • 09:00 16 Hezîran 2019
* Aborîzan Erkîn Başer krîza aborî nirxand û got, ji ber nebaweriya di qada siyasetê de derzên mezin li aboriyê dikevin. 
 
* Yaylakoy a 450 salî li hemberî şîrketên RES'ê li ber xwe dide. Leyla Arici ku 80 sal in li Yaylakoyê ye, got: "Ancax mala min bi ser min de hilweşînin dikarin min ji vira derxînin." 
 
* Li Hatayê, di 25'ê Mijdara 2014'an de li dijî şideta li hemberî jinê çalakiyek hatibû lidarxistin. Piştî 5 salan ji ber vê çalakiyê der barê 17 jinan de doz hat vekirin. 
 
* Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 828 caran serî li dozgeriyê dane, lê belê ji evan serlêdana tenê 3 jê hatine qebûlkirin. 
 
*  Parlementerê SP'ê Cîhangîr Îslam, diyar kir ku AKP'iyên dixwendin, lêkolîn dikirin û hay ji hin tiştan hebûn ji partiyê dûr ketine û got: "Ne bawerim helwesta hilbijêrên ji AKP'ê xeyîdîne tenê ji bo vê hilbijartinê be. Wisa xuyaye qutbûyîneke kûr heye." 
 
* Li Mêrdînê, îsal ji ber debra zad kêm bû, cotkar ji bo çandina berê dudoyan dudilî ne. Cotkar, dixwazin maliyet kêm bibe. 
 
* Hewldana 78'an wê li dijî talankirin û xerakirina Heskifê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
 
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Seza Temelliî, wê di çarçoveya xebatnên hilbijartina Stenbolê de li Komeleya Bêdlisiyan a li Pendîkê bi gel re bê cem hev. (16.00/17.00) 
 
* Rêxistina HDP'e ya Amedê wê li dijî tacîz û tundiya li dijî zarokan li Parka Koşuyolu daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.00)
 
* Rêxistina HDP'ê wê avakirina Meclîsa Ciwanên HDP'ê îlan bike. (17.00)