STENBOL - Polîsan avêt ser buroya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) û 7 rojnamevan binçav kirin. Malpera ajansê jî ji aliyê BTK'ê ve hat astengkirin.
Li Stenbolê polîsan avêt ser buroya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA). Ajansê, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku polîsan avêtiye ser buroya wan.
Ajansê got: "Bi hinceta berhevkirina Rojnameya Îstanbûl Sokakta ku pêveka rojnameya heftane ya Atilimê ye, avêt ser ETHA'yê. Telefonên edîtor û nûçegihanê me hatin destgîrkirin. Em nikarin xwe bigihînin xebatkarên xwe. Nahêlin em vê bêhiqûqtiyê ragihînin û xebatên me tên astengkirin. Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî lêgerîna li buroyê 6 jê rojnamevan 7 kes hatin binçavkirin û her wiha malpera wan jî ji aliyê BTK'ê ve hatiye astengkirin.
Di avêtina ser buroyê de rojnamevan Îsmînaz Temel, Denîz Bakir, Havva Çûştan, Ozcan Sari, Serdal Işik, Mehmet Acettîn û xebatkara Weşanên Ceylanê Gulçîn Aykûl hatine binçavkirin.