Hevjîna xwe ya parêzer kuşt

  • rojane
  • 17:43 19 Gulan 2019
  • |
img
AMED - Mesut Issi yê 45 salî li Navçeya Peyasê ya Amedê hevjîna xwe ya parêzer Muzeyyen Boylu Issî ya 43 sali kuşt. 
 
Bijişk Mesut Issi yê 45 salî li Taxa Peyasê ya Navçeya Pesaya Amedê hevjîna xwe ya parêzer Muzeyyen Boylû Issi a 43 salî kuşt. Li gorî agahiyan, Mesût û Muzeyyen niqaş kirin û li pêş çavên zarokên xwe li kolanê li ser hevjîna xwe gule reşand û bi 11 guleyan hevjîna xwe ya parêzer Muzeyyen Boylû Issi kuşt. Muzeyyen Boylu li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştre Mesût Issıyê bi erebeyê tevî zarokên xwe ji cihê bûyerê dûr ket. Hat zanîn ku Mesut pitre teslûm bûye. Cênazeyê Muzeyyen Boylû Issi jî, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî.
 
Hat diyar kirin ku Prz. Muzeyyen Boylû Issı rêvebera AKP'ê ya Amedê ya berê bû.