Odeyên Tabîban ên Heremê bang li hikumetê kirin: Dibe sibê pir dereng be

  • rojane
  • 17:10 19 Gulan 2019
  • |
img
BEDLÎS – Odeyên Tabîban ên Herêmê li navçeya Tetwan a Bedlisê li hev kom bûn û bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Odeyan bang li hikumetê kir û xwest li gorî zagona xwe tev bigere. Odeyan anîn ziman ku ya girîng jiyan e û wiha gotin: "Dibe ku sibê pir dereng be. Em hevî dikin ku mirin zêde nebin û jiyan bi ser bikeve." 
 
Oteyên Tabîban ên Herêmê li Navçeya Tetwan a Bedlisê li hev kom bûn û der barê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyanî dan. Rêveber û endamên Odeyên Tabîban ên Bedlis, Agirî, Êlih, Amed, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wan-Colemêrgê tev li civînê bûn û daxuyaniya hevpar dan. Li ser navê Sekreteriya Oteyên Tabîban ên Herêmê Endama Odeya Tabîban a Bedlisê Dr. Duygu Ozdogan daxuyanî da. 
 
3 HEZAR Û 60 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE. 
 
Ozdogan anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018'an de li dijî tecrîd/izolasyonê des pê kir, niha li 90 girtîgehan bi tevlêbûna 3 hezar û 60 girtiyan berdewam dike û wiha got: "320 kesen ketine grevê 4, 5 û 6 meh li pey xwe hiştine. 2 hezar û 840 girtî jî piştî 1'ê Adara 2019'an ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Li girtîgehên cuda jî niha 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Em wekî hekîman hemû girtiyên ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de wekî rojiya mirinê qebûl dikin. Girtiyen ku diyar kirin dest bi rojiya mirinê kirine, em bi baldari diyar dikin ku pêwiste dîsa şekir, xwê, karbonat û vîtamîna B1 berdewam bikin." 
 
Ozdogan, da zanîn ku mijara greva birçîbûnê bi qasî name û daxuyaniyên gihiştine destêwan tecrîd / îzolasyon e û wiha lê zêde kir: “Girti dixwazin ku dewlet û hikûmet hiqûq û zagonên xwe pêk bînin. Ji ber ku Wezîre Dadê û rayedarên din tu gav neavêtine di encamê de li girtîgehan 7 girtiyan dawî li jiyana xwe anîne. Ji ber ku gav nehatine avêtin Parlamenter û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û gelek girtiyên hatine berdan li malê jî çalakiya xwe berdewam kirine. Konseya Navendî ya TTB û oteyên tabîban bi Wezareta Dadê û parêzerên girtiyan re hevdîtin kirin. Xwestin rojê 5 îskanên avê, 2 kevçiyên çayê xwê, 5 kevçiyên xwarinê şekir, 1 kevçişên şêranî karbonat û 500 mg vîtamîna B1 bidin girtiyan. Ev yek girîngiya jiyanî ye. Dîsa xwest ku heyetek serbixwe ya hekiman biçin çavdêrî bikin. Dîsa ji hekîmên girtîgehê û rayedaran xwest ku li gorî Danezana Malta tev bigerin.b 
 
BILA JIYAN BI SER BIKEVE
 
Ozdogan, anî ziman ku ew dixwazin berî her tiştî sedemên ku girtî ketine grevê ji holê bê rakirin û ji bo vê yekê hikûmet û dewlet divê hiqûq û qanûnên xwe pêk bîne. Ozdogan xwest îktîdara siyasî berî her tiştî daxwazên girtiyan pêk bine û gavan bavêje. Ozdogan, destnîşan kir ku piştî greva dem dirêj û rojiya mirinê dibe ku mirov jiyana xwe ji dest bidin û wiha bi dawî  kir. "Em wekî Odeyên Tabîban carek din dibêjin ji bo kes nemire, û di bedena girtiyan de nexweşiyên mayinde çênibin, em jiyana mirov esas digirin. Em berî her tiştî tenduristî û jyana mirov dixin navenda her tiştî. Ji bo kes nemirin û zerar çênebin divê her kes hestiyar û berpirsiyar tev bigerin. Ji bo vê yekê jî divê her kes li çareseriyê bigerin û ji bo çareseriyê gavan bavêjin. Bêyî ku pir dereng bibimen em hevî dikin ku li şûna mirinê jiyan bi ser bikeve."