Dayikên Laçik Spî li Rihayê di nobetê de bûn, li Edeneyê jî li qadan bûn

  • rojane
  • 16:05 19 Gulan 2019
  • |
img
RIHA/EDENE - Dayikên li avahiya HDP'ê 11 rojin ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe yên girtî bang li hikûmetê kirin û gotin: "Yên li hemberî mirina zarokên me bêdeng bimînin ew ne dostê me ne. 
Li Edeneyê jî dayikên ku ji bo zarokên xwe 10 rojin çalakiyan li dar dixin, Bang li Serokê CHP'ê kirin û gotin: "Dest ji hilbijartina Stenbolê berde. Her tişt dibe ji bo te her tişt xweş be, lê wê ji bo me her tişt xerab bibe." û xwest Kiliçdaroglu dengê xwe bilind bike. 
 
Li Rihayê dayikên ku zarokên wan girtî ku li avahiya HDP'ê ya Rihayê dest bi nobetê kirine, çalakiya wan a nobetê di roja 11’an de berdewam dike. Dayikan bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê û gotin: “Madem we qedexe rakir wê demê bila hevdîtin bên kirin. Çima hêj tecrîd didome. Heta tecrîd bi dawî bibe çalakiya me ji wê bidome. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin. Divê hemû beşên Tirkiye êdî piştgiriyê bidin çalakgerên grevê. Hemû dostên kurdan divê êdî mirinê temaşe nekin. Yên mirinê temaşe bikin ew ne dostê me ne." 
 
EDENE 
 
Li Edeneyê jî malbat û dayikên ku zarokên wan li girtîgehan di grevê de li Parka Îsmet Înonu çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin. Malbat di roja 10’an de dîsma li Parkê kom bûn û xwestin daxwazên zarokên wan pêk bê. Dayik tevî germa zêde ya Edeneyê û dorpêça polîsan dîsa li Parkê kom bûn û çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari û rêveberên HDP, HDK û TUAY-DER'ê tev li çalakiya malbatan bûn. Komê li vir dirûşmeya "Bijî berxwedanan zindanan" berz kirin û bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê dan. Malbatan ji vê helwesta hikûmetê re got "Êdî Bes e." Li ser navê dayikan Emine Dag, helwesta hikûmetê rexne kir û xwest êdî bes wan bixapînin. 
 
Dayika Girtiyan Nejla Kocaman, jî bang li hemû kesên muxalif kir ku deng bidin dengê wan û wiha got: “Ez her roj li qadan im. Em dixwazin êş û mirin bi dawî bibe. Em bang li Kılıçdaroğlu dikin ku dest ji hilbijartinê Stenbolê berde. Dibe ku her tişt ji bo wî pir xweş be. Lê her tişt ji bo me xerab e. Em dibêjin bila berhî her tiştî deng bidin dengê jiyanê." 
 
Dayikan piştî çalakiyê dirûşma “Bijî berxwedanan zindanan” berz kirin û meşiyan avahiya HDP'ê ya Edeneyê.