Can: Nêzîkatiya li hemberî greva birçîbûnê wê rêveçûna Tirkiye diyar bike

  • rojane
  • 15:46 19 Gulan 2019
  • |
img
AMED - Berdevkê Komeleya 78'an Celalettîn Can, diyar kir ku hikûmet di polîtikayên derve de hatiye sînor û wiha got: "Ji niha û şûnde wê berê xwe bide polîtîkayên hundir. Nêzîkatiya li hemberî çalakiya greva birçîbûnê wê rêveçûna Tirkiye diyar bike." 
 
Komeleya 78'an, li salona Resepsiyonê ya Sumerparkê 24'emîn civîna Meclîsa Tirkiye ya 78'an pêk ani. Di civînê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan û gelek kesên din amade bûn. Serokê Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan axaftina vekirinê kir û diyar kir ku beriya Qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bikin wan li Sumerparkê Navenda Koodînasyona Muzeya Girtîgehê vekiribû û wiha got: “Lê ev muze tev ji aliyê qeyûm ve talan bû. Vîna gel bi zorê ji destê gel hat stendin. Lê niha gel dîsa vina xwe ya demokratîk xist destê xwe. Alkan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û hezaran girtiyên di greva birçîbûnê de û diyar kir ku daxwazên wan daxwazên mafdar in. 
 
EM HÊJ LI VIR IN
 
Berdevkê Komeleya 78'an Celalettin Can, jî "Rapora Polîtîk" a Komeleya 78'an a ji destpêkê heta niha xwend û wiha got: "78 berdewama nifşê 68'an e. Nifşê 68'an xwest dewletê rizgar bike. Nifşê 78'an jî xwest gel ji dewletê rizgar bike. Lê ji bo destûr nedin tevgera Çep û Tevgera Siyasî ya Kurd bibin yek darbeya 12'ê Îlonê pêk anîn. Pitî darbeyê nifşê 78'an hebûna xwe berdewam kir. Niha em hêj li vir in."  
 
Can, bal kişand ser siyazeta Tirkiye ya niha jî û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê hatiye sinorê polîtîkaya derve. Xwest piştî Efrînê têkeve Minbicê. Lê niha ji bo hevsengiya DYA û Rûsya li dîwaran dikeve. Tirkiye xeyal kir ku Bibe Rêberê Cîhana Îslama Ereb. Lê bi plana eskerî Rûsya hemû cihatvan li Idlibê kom kirin. Niha Sûriye ew dane ber bombeyan. Di encamê de Tirkiye hindik maye ku Idlibê winda bike. Piştî Rojavayê Firatê winda kir wê dor bê windakirina Efrînê jî. Niha li Efrînê operasyonên pir zêde hene. Di demek nêzîk de neçare xwe ji Sûriye vekişîne." 
 
‘NAMEYA OCLAN GIRÎNG E' 
 
Can, bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Têkildarî geşedanên dawî yên li Tirkiye û Sûriye pêş dikevin nameya Birêz Ocalan pir girîng e. Piştî  Tirkiye xwe ji Sûriye vekişîne, divê Tirkiye berê xwe bide polîtîkayên xwe yên hundir. Rewşa Tirkiye hinekî wê li gorî nêzîkatiya li hemberî grevên birçîbûnê diyar bibe."