SES: Bi lez endama me Sureyya Reşitoglu Çîftçî berdin

  • rojane
  • 14:17 19 Gulan 2019
  • |
img
RIHA – Şaxa SES'ê ya Rihayê tekildarî endama xwe Sureyya Reşitoglu Çiftçî ya 7 meh ducanî ku 3 rojin di bin çavan de ye, bang kir û xwset bi lez endama wan bê berdan. 
 
Polîsan di 17'ê Gulanê de bi ser mala Endama SES'ê ya di sala 2016'an de bi KHK'ê ji kar hat avêtin Sureyya Reşîtoglu Çiftçi de girt û ew binçav kirin. Reşîtoglu ku zewiciye 7 meh ducanî ye. 3 rojin li Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê tê girtin. Têkildarî mijarê Şaxa SES'ê ya Rihayê li avahia Baroya Rihayê daxuyanî dan. Seroka Şaxa SES'ê ya Rihayê Eylem Salar, daxuyani da û xwest endama wan Sureya Reşitoglu Çiftçî bi lez bê berdan. 
 
Salar,  xwest pêkanînên li dijî hiqûqiyê bidawî bikin û endama wan bi lez serbest berdin û wiha got: "Endama me ya têkoşîna ked û azadiyê dide û jiyana azad diparêze, 7 mehin ducanî ye. Endama me bi awayekî li dijî hiqûq û zagonan hat binçavkirin. Em dixwazin bi lez serbest bê berdan. "