Nobeta Malbatên li Gebzeyê di roja 41’an de ye

  • rojane
  • 13:59 19 Gulan 2019
  • |
img
STENBOL - Malbatnên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe li pêş Girtîgeha Gebze kom bûn, di roja 41'enîn de nobeta xwe berdewam kirin. Polîsan carek din malbat asteng kirin. Malbatan jî astengiya polîsan şermezar kirin û gotin "Emê sibê dîsa bên." 
 
Çalakiya hezaran girtiyên siyasî ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dike. Malbat jî ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe li ber girtîgehan û kolanan çalakiyên xwe berdewam dikin. Malbatên ji bo zarokên xwe li ber girtîgeha Tipa M a Gebze kom dibin jî di doja 41'an de disa kom bûn û nobet girtin. Malbatên ku li ber avahiya HDP'ê ya Gebzeyê kom bûn, bi tevlêbuna Parlamenterên HDP'ê Ayşe Sürücü û parêzeran xwestin li ber Girtîgeha Gebze çalakiya xwe berdewam bikin. Malbatên ku bi maşînê ji avahiya HDP'ê ya Gebze derketin rê û berê xwe dan Girtîgeha Gebze, rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan dîsa rêya malbatan girt û destûr nedan ku li pêş girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Piştî niqaşên demekê malbatan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: "Eme sibê dîsa bên" helwesta xwe nişan dan.
 
Malbat piştî astengiya polisan dîsa vegeriyan. Polîsan destûr nedan ku rojnameger jî dîmen û wêneyan bikişînin.