21 Dayikên Laçik Spî: Heta daxwazên me pêk neyên em ji Enqereyê venagerin

  • rojane
  • 11:53 19 Gulan 2019
  • |
img
ENQERE - 21 Dayikên Laçik Spî yên 5 rojan li Meclîsa Enqereyê çalakiya nobetê li dar xistin, niha çalakiya xwe li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê berdewam dikin. Dayikan diyar kirin ku heta daxwazên zarokên wan pêk bê û edalet cihê xwe bibîne wê Enqereyê terk nekin. Dayika girtiyan Afiye Bitmen, bang li Wezîrê Dadê kir û got: “Edaleta ku we li navê xwe kiriye pêk bînin" 
 
21 Dayikên Laçik Spî yên ji bo balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe û hikûmet gavan bavêjin 5 rojan li Meclisê Nobet girtin, niha çalakiya xwe li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê berdewam dikin. 21 Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, bi Laçikên Spî yên ku sembola aştiyê ne, 5 rojan li Meclisa Tirkiye nobet girtin. 21 dayikên Laçik Spî yên berê li pêş Girtîgehên Gebze, Bakirkoy Amed û li navçeyên Qoser, Sîlopî û Rihayê xwestin balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe û rastî tundî û êrîşa polîsan hatin, ji bo dengê xwe bigînin rayedaran berê xwe dan Enqereyê û ewil li Meclîsa Tirkiye (TBMM) dest bi çalakiyê kirin û niha li Navenda Giştî ya HDP'ê nobeta xwe berdewam dikin. Dayikên ku ji Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Wanê hatin Enqereyê diyar kirin ku heta bigêjin armanca xwe wê ji Enqereyê venegerin. Dayik wê ji niha û şûnde saziyên sivîl û rêxistinên Demokratîk ên Enqereyê ziyaret bikin. Wê bixwazin dengê xwe bigînin sazî û rêxistinên demokratîk ên li Enqereyê. 
 
Yek ji dayikên Laçik Spî Nuran Tarlak, anî ziman ku heta daxwaza wan pêk bê wê li Enqereyê bin û wiha got: "Ez ji Amedê hatim Enqereyê û min xwest dengê kurê xwe bigînim meclîsê. Min xwest çalakiya xwe li Meclîsê berdewam bikin û hewl bidim bêtir dengê me bê bihîstin û xuyakirin." Tarlak anî ziman ku piştî meclîsê derbasî navenda Giştî ya HDP'ê bûn û wiha lê zêde kir: "Pişti demekê çalakiya me ya li Meclîsê êdî deng nedianî. Ji ber vê yekê em got em li Enqereyê bi rêbazên din dengê xwe bilind bikin û bidin bihîstin. Em ê ji bo zarokên xwe li rêyên din bigerin. Ji bo zarokên me her kêlî û saniyê pir girîng e. Êdî wicdanê me qebûl nake ku em li wir rawestin. Ji bo em dengê zarokên xwe û daxwazên wan bidin bihîstin çi ji destê me bê emê bikin." 
 
'ÇIMA DESTÛR NADIN PARÊZERAN'
 
Tarlak, bertek destûrnedayîna parêzeran a ziyareta li Îmraliyê jî da û wiha got: "Wezîrê Dadê daxuyanî da, lê dîsa jî destûr nadin ku parêzer biçin Îmraliyê. Em naxwazin ku tenê Wezîrê Dadê tenê di televîzyonê de bêje û derbas bibe. Tenê di televizyonê de bêje 'Me rakir' ev têr nake. Kengî bi rêk û pêk hevdîtin dest pê kir û bi rêk û pêk parêzer çûn Îmraliyê wê demê wê zarokên me dest ji grevê berdin. Hêj malbat nikarin biçin. Zarokên be bi vî rengî dest ji çalakiyê bernadin. Heta daxwazên zarokên me pêk neyê dest ji çalakiyê bernadin. Heta daxwazên zarokên me pêk bên em li vir in." 
 
Dayika Tarik Alici yê li Girtîgeha Kepsut a Balikesîrê, Ayşe Alici jî wiha got: "Ez ji Wanê hatim Enqereyê. Ji bo em dengê zarokên xwe bilind bikin em hatin. Li pêş çavên me zarokên me roj bi roj dilin. Em êdî nikarin rawestin. Wezîrê Dadê daxuyani da, lê hêj hevdîtin pêk nayên. Zarokên me hêj di grevê de ne. Ji niha û şûnde bi boneya em dengê zorêk xwe bidin bihîstin emê bêtir têbikoşin. Em hatin meclîsê, lê ji niha û şûnde karê me nû dest bpê dike. Ji bo zarokên me çi pêwist be emê bikin. Zarokên me xwîn verdişin. Êdî ji bo me her kêlî û her saniye pir girîng e. 
 
‘NAXWAZIN DENGÊ ME BIBHÎZIN ' 
 
Yek ji çalakgerên Laçik Spî Xwişka Berivan Bitmen Afiye Bitmen e. Bîtmen wiha got: "Me ewil xwest li pêş girtîgehan û parkan dengê xwe bidin bihîstin. lê me li wir dengê xwe neda bihîstin. Ji ber vê yekê em hatin Enqereyê. Dengê me dibihîzin, lê ji nedîtin û nebihîstinê tên. Naxwazin dengê me bibhîzin. Hem naxwazin dengê me bibhîzin û hem jî me derb dikin. Me bi erdê re kaş dikin. Beriya em bên Enqereyê me got dibe ku me hilnedin Enqere û hilnedin meclisê. Me got dibe ku me derb bikin û êrîşî me bikin Lê me got çi dibe bila bile emê biçin Enqere û em hatin Enqereyê. Em li Meclisê xwest dengê xwe bînin ziman, lê dîsa dengê me nebihîstin. Me bi xwe ev bername da pêş xwe û em hatin. Piştî em hatin vir me biryar da ku em li meclîsê rûnên. Hêj daxwazên zarokên me pêk nehaetine. Heta ku daxwazên zarokên me pêk bê, emê li vir çalakiyên xwe û ziyaretên xwe yên bi saziyan re berdewa bikin." 
 
Bitmen, bal kişand êrîşên li dijî gritiyan ên piştî daxuyaniya wezîrê dadê û wiha bi dawî kir: "Yên vê êrîşê dikin dilê wan ji hikûmetê re naxwaze. Qenciya me jî naxwazin. Yên van êrîşan dikin dubendî û perçekirinê dixwazin. Em dayik her dem alîgirê yekîtiya gelean in. Em dikarin bi hevre nefes bistînin û bi hevre bijîn. 
 
BILA EDALETÊ TAM PÊK BÎNE
 
Em carek din bang li Wezareta Dadê dikin. Ger ku navê wê Wezareta Dadê be, bila wekî navê xwe tam edaletê pêk bîne. Êdî ji bo me kêlî û saniye pir girîng in."
 
MA / Berivan Altan – Selman Guzelyuz