Malbata Plaza de Mayo: Bi yekîtiyê zext tên şikandin

  • rojane
  • 10:56 19 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL – Pepa Noia dema li gel 14 jinan li Qada Plaza De Mayo aqûbeta keça xwe ya winda Josefina García de Noia dipirsî, wekî keça xwe hat windakirin. Keça wê ya din Margarite Îsabel Noia, ku bi salan e ji bo windayan têdikoşe, hat Stenbolê û tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bû. Noîa diyar kir ku ew bûn yek û têkoşiyan û wiha got: "Em hatin gel hev û têkoşiyan. Li Tirkiye jî zext bi yekîtî û tifaqê tên şikandin. Divê li dijî van zextan bêtir mirov bên cem hev û piştgiriyê bidin vê çalakiyê. 

Arjantîn, di sala 1976'an de darbeya eskerî pêk hat. Heta sala 1983'an bi rejîma cunta hat rêvebirin. Li gorî daneyên mafên mirovan, di vê pêvajoyê de cunteya eskerî ji bo dengê civaka muxalif qut bike nêzî 30 hezar mirov hatin windakirin. Hatin qetilkirin û kuştin. Li dijî van binpêkirina mafan di pêşengiya jinan de çalakiyên ku dîrok nivîsandin hatin li dar xistin. Li dijî windakirina bi zorê di sala 1977’an de li Bajarê Buenos Airesê li Qada Plaza de Mayo jin kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. 14 jinan pêşengiya vê çalakiyêkir. Dayikên pêşengiya vê çalakiyê kirin; Pepa Noia, Cándida Gard, Delicia González, Mirta Baravalle, Azucena Villaflor de Vincenti, Berta Braverman, Haydée García Buelas, María Adela Gard de Antokoletz, Julia Gard, María Mercedes Gard, Kety Neuhaus, Raquel Arcushin û Sra. de Caimi li Qada Plaza De Mayo kom bûn û çalakî li dar xistin. 
 
DAYIK JI QADA PLAZA DE MAYO REVANDIN
 
Hêjmara dayikên ku li pêş Qesra Serokmor li ser laçikên xwe navê zarokên xwe yên winda nivîsîn, piştî demek kin gihişt 300 kesan. Hikûmeta dîkta ya li hemberî vê çalakiyê ket nava tirsê, pêşengên çalakiyê li qada çalakiyê Azucena Villaflor de Vincenti ve û gelek dayikên din revandin. Lê dîsa têkoşîna dayikan her roj Pencşemê saet di 15.00’an de li Qada Plaza de Mayo berdewam kir. Rejîma eskeri her dem çalakiya dayikan reş kir û mudaxale kir. Dayikên ku hatin revandin di sala 2005'an de cenazeyên wan hatin dîtin. Dayik hêj li qadan in û 42 salin tekoşîna wan berdewam dike.  Dayikên Arjantînî, diyar kirin ku li Tirkiye Dayikên Şemiyê hatin piştguhkirin. 
 
‘EM HÊJ LI BENDÊ NE'
 
Ji 14 dayikên ku her pêncşem li qada Plaza De Mayo bûn yek jê  Pepo Noîa bû. Pepo Noîa ji bo keça xwe Josefina García de Noia ya li Arjantînê di 13'ê Îlona 1976’an de di bin çavan de hat windakirin her pênceş li Qada Plaza De Mayo  bû. Noia bi salan ji bo keça xwe Josefina García de Noia têkoşiya. Lê temenê wê têra têkoşînê nekir. Keça Pepo Noia ya din Margarite Îsabel Noia, têkoşîna dayika xwe û dayikên din a li qada Plaza De Mayo vegot. 
 
Noîa diyar kir ku xwişka wê Josefina García de Noia tenê endama sendîkayê bû û hat binçavkirin û wiha got: "Noia û hevjîna  xwe bi hevre hat binçavkirin. Tenê çûn xwişka min bibin. Lê ji ber ku hevjînê wê jî li mal bû, hevjinê wê jî birin. Hevjînê xwişka min di 1'ê Cotmehê de hat berdan. Lê xwişka min bernedan. Lê hêj nehatiye berdan û aqûbeta wê ne diyar e. Çi kirin jê em nizanin. Niha têkoşîna em didin berî her tiştî em dixwazin aqûbeta wandayan fêr bibin." 
 
‘ŞENSA ME HEBÛ' 
 
Noia, destnîşan kir ku li welat li gel ew qas alozî û tundiyê şensa wan hebû û wiha bi dawî kir: "Zarokek xwişka min hebû. Di rewşê asayî de dema binçavkirinê zarokên wan jî dibin. Lê zaroka xwişka min binçav nekirin. Ew zarok mezin bû. Bû profesor. Niha bavê 2 zarokan e. Ji ber vê yekê em bi şens in. Bi taybetî di salên 1970'an de gelek kes hatin windakirin. Ji ber ku mirov zêde hatin windakirin êdî mirov daketin qadan û çalakî li dar xistin. Xwestin aqûbeta wan hîn bibin. Gotin 'Em dizanin najîn, lê em hestiyên wan dixwazin' Em heta aqûbetna wan fêr bibin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dayika min li gel 14 dayikan dîrok nivîsand. Diroka çalakiyê bi têkoşîna 14 dayikan dest pê kir. Me di serdema tîkdator de gelek zilm û zor dît. Lê dîsa em hatin cem hev û em têkoşiyan. Zext û zilma vir jî bi yekîtî û tifaqê dikare bi dawî bibe. Li gel me zext bi yekîtî û têkoşînê bi dawî bû. Li Tirikye jî zext û tundî bi yekîtî û hevgirtinê dikare bişkê. Çiqas mirov bên li cem dayikan kom bibin dikarin ew qas zû û hêsan van zextan bişkînin." 
 
MA / Ferhat Çelik