Dr. Gul: Dema mirov li girtîgehan birçî û bi rojî be em tu kes ne bi tendturistî ne

  • rojane
  • 09:05 19 Gulan 2019
  • |
img
ÎZMÎR – Dr. Zekî Gul, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê û diyar kir ku ger li Girtîgehan girtî di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de be tu kes nikare bêje tenduristiya min li cih e. Gul, xwest Wezîrê Dadê bi lez TTB’ê dawet bike. 
 
Dr. Zekî Gul ku di bin baneyê Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) de ji sala 1995'an heta niha têkoşîna mafên mirovan dide û 20 salin di nava pêvajoya çavdêriya serbixe ya girtîgehan de cih digirde, bal kişand ser çalakiyên greva birçibûnê û rojiya mirinê. Dr. Zeki Gul, berî her tiştî xwest daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pêk bên û wiha got: "Li gorî çavdêrî û tecrûbeyên me yên berê greva birçîbûnê di rewşek pir talûke de ye. Divê bi lez Wezareta Dadê bang li heyeta girêdayî Yekitiya Tabîban a Tirk bike û wan bişîne girtîgehan. Di cîhanê de herî zêde li Tirkiye çalakiyên greva birçîbunê heye. Dema em niha lê dinerin em dibînin ku çalakiya greva birçîbûnê vegerandine rojiya mirinê. Ev nîşan dideku rewş pir xerab  û cîddî ye. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ne pêvajoyek tibbî ye. Lê encamê wan bi xwe re nexweşiyekê jî ava dikin. Dema em li danezanên Gerdûnî û navneteweyî binerin, em dibînin ku ev çalakiyek serhildana sivîl e. Ev rêbazek lêgerina mafê mirovan e. Pir rewa û mirovî ye." 
 
DIVÊ WEZARET TTB’Ê DAWET BIKE
 
Gul, xwest berî dem derbas bibe Wezareta Dadê heyetek serbixwe ava bike û bişîne girtîgehan û wiha lê zêde kir: "Divê hikûmet û wezareta dadê, bêyî dem winda bike bi lez û baldarî heyeta hekîmên serbixwe ku bijîşkên Yekîtiya Tabîban jî di navde heye ava dawetî Wezareta Dedê bike û wan bişîne girtîgehan û lêkolîn bike. Di mînakê cîhanê de jî heye ku hekîm di pêvajoya hêsankirinê de pir giring in. Ji sala 1995’an heta niha di min çavdêrî kir. Li gorî vê çavdêriyê em dikarin bêjin di pêvajoya ku heyeta serbixwe tune be, encama wê pir bi rîsk û xeternak e. Ji ber vê yeke wekî demên borî divê niha jî Wezareta Dadê  bi lez heyeta TTB’ê dawet bike û wan bişîne girtîgehan da ku lêkolîn û çavdêriyê bike. 
 
LI GORÎ HIQÛQA GERDÛNÎ HUCREYA YEK KESÎ ÎŞKENCE YE
 
Gul, da zanîn ku hucreya yek kesî îşkence ye û wiha lê zêde kir: "Girtiyên di grevê de û di yek hucreyê de timînin mirovan dixin nava fikarê. “Di bilgeyên sincî yên navneteweyî û normên hiqûqê yên gerdûnî, ev yek îşkence ye. Kesên bi mehan di greva birçîbûnê de dimînin bi tena serê xwe nikare di hucreyê de bimîne. Neçare ku hemû pêdiviyên xwe bi serê xwe bike û ev yek ji bo wî pir zahmet e. Divê hekîmê girîgehê destûr nede vê yekê. Hekimek nikare bêje kesê bi mehan birçî mabe bi tena serê xwe pêdiviyên xwe temîn bike." 
 
Gul, da zanîn ku her çend girtiyê di greva birçîbûnê de vîtamîna B1  bistîne jî nayê wateya ku talûyekên li pêş tenduristiyê ji ser xwe bavêje û wiha bi dawî kir: "Girtiyên di greva birçîbunê de ji ber ku vitamînên kompleksên mejî stendin temenê çalakiya wan dirêj bû. Li gorî qenehatê kesê 180 rojin di grevê de be, mirov nizane piştî wê wê çi bibe. Ez wekî mirovekî û hekîmekê dixwazin ku daxwazên wan bi rêya muzakereyê çareser bibe. Piştî ew qas roj dibe ku dil ji nişka ve raweste. Dibe ku pişik têr neke. Kesên dikevin grevê pêwiste di hemû kontrola tendirustiyê re derbas bibin û piştre têkevin grevê. Lê derfetên girtiyan ê vê yekê tune ye. Girtiyên ku şekir, tansiyon û nexweyiyên din hene jî dikevin grevê û ev yek ji bo wan pir talûke ye."
 
Ger ku girtî di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bin, em tu kes ne bi tenduristi ne." 
 
 MA / Esra Solin Dal