Çalakiyên malbatan ên ji bo grevên birçîbûnê didomin

  • rojane
  • 14:40 16 Gulan 2019
  • |
img
STENBOL/EDENE - Malbatên ji bo ku balê bikişînin ser grevên birçîbûn û rojiya mirinê, li Stenbol û Edenê çalakiya xwe nobetê domandin. 
 
Malbatên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, carek din hatin ber Girtîgeha Bakirkoyê. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) piştgirî dan malbatan. 
 
Malbatên li kêleka Otoyol E-5 kom bûn, tim rastî mudaxileya polîsan hatin. Malbatan li ser vê yekê li cihê lêbûn, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbat heya demekê li vê derê rûniştin û derbasî aliyê din ê rê bûn. Malbatên ber bi bihorka jorin ve meşiyan, polîsan pêşiya wan girtin. Polîsan destûr nedan ku malbat û parêzer li ser bihorka jorin derbasî pêşberî rê bibin.
 
Malbat ji ber vê paşve vegeriyan û heya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bakirkoyê meşiyan. Malbatan di meşê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê.  
 
EDENE 
 
Li Edenê jî, dayik bi heman armancê li Parka Îsmet Înonu kom bûn. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl piştgirî dan malbatan. Girseyê ligel ablûkeya polîsan jî li parkê çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
Girseyê piştî çalakiyê, dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û bi lêxistina çepikan derbasî avahiya Rêxistinê ya HDP’ê bûn.