Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

  • rojane
  • 13:19 16 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo biçein Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. 

 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê bi muvekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.  Di serdanê de ji bo îro û sibê daxwaza hevdîtinê hat kirin.
 
Serlêdanên parêzeran ji 27’ê Tîmeha 2011’an ve 810 caran bi hinceta “Muxalefeta Hewayê”, “Xerabûna Keştiyê” , “Tamîrkirina Keştiyê” , “Rewşa Awarte” û “ Sînordarkirinên têkildarî hevdîtinên bi hukumliya re ku di çarçoveya Qanûna Tedbîrên Ewlehî û Cezayê ya hejmara 5274’an de hatine girtin” hatine redkirin. 
 
Parezer Nevroz Uysal û Rezan Sarıca piştî 8 salan cara yekemîn di 2’ê gulanê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Ji vê hevdîtinê heta niha ji serlêdanên parêzeran re bersiv nayê dayîn.