Girtiya 86 rojin di greva birçîbûnê de, xwîn vedireşe

  • rojane
  • 10:20 16 Gulan 2019
  • |
img

SÊRT - Hat diyar kirin ku  Gullu Daşçi ya li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 86 rojin di greva birçîbûnê deye, xwîn vedireşe. 

 
Yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, girtiya 25 salî Gullu Daşçi ye. Daşçi ji 20’ê Sibatê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye û çalakiya wê di roja 86’an de dewam dike. 
 
XWÎN VEDIRÊŞE
 
Daşçi ya 12 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birin, 2 sal û nîv girtiye. Dayika Leyla Daşçi (60) a di 15’ê Sibatê de çû hevdîtina keça xwe, diyar kir ku rewşa tenduristiya keça wê di  xeteriyê deye. Dayik Daşçi, anî ziman ku keça wê Gullu bi 14 hevalên xwe re di greva birçîbûnê deye û wiha axivî: “Keça min 13’ê Gulanê roja Duşemê, 4 caran xwin vereşiyaye. Ji ber ku keça min tedawî qebûl nekiriye, nexweşina ulserê di mîda wê de rû daye. Moralê girtiyan başe. Heya ku çalakiya wan bi encam bibe, dê dest ji greva birçîbûnê bernedin û di çalakiya xwe de bi biryarin.”