Tosûn: Êrîşî laçika spî dikin

  • rojane
  • 09:14 25 Nîsan 2019
  • |
img

AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn ku di 17'ê Nîsanê de di dema daxuyaniya çapemeniyê de polîsan ew derb kir, diyar kir ku êrîşa li hemberî wê û êrîşa li ser dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ji ber tecrîdê ye û got: "Êrîşî laçika spî dikin." 

HDP'a Amedê di 17'ê Nisanê de ji bo prostestokirina tecrîdê, ji bo destekê bide çalakiyên greva birçîbûnê û ji bo bertej nîşanî biryara YSK'ê bide xwest li Parka Koşûyolûyê daxuyaniyekê bide. Lê belê polîsan êrîşî girseyê kir û di dema êrîşê de parlementerên HDP'ê Temziye Tosûn û Mûsa Farisogûlalri birîndar bibûn. 
 
Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, diyar kir ku derbkirina parlementer û welatiyan ji ber tecrîdê ye. Tosûn, bal kişand ser bêdengiya parlementoyê ya ji bo çalakiya parlementerên HDP'ê Leyla Guven, Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û got: "Ev ji ber polîtîkayên îktîdarê ye. Îktîdar û dewleteke ku vê çalakiyê nabînin heye. Her wiha li ser HDP'ê jî zêde êrîş hene. Lê wexta parlementer ên HDP'ê bin ev êrîş zêdetir û dijwartir dibin." 
 
‘ÊRÎŞÎ KITANA SPÎ DIKIN' 
 
Tosûn, bertek nîşanî êrîşa li Parka Koşûyolûyê kir û got: "Em baş dizanin dewlet pir ji dengê jinê ditirse. Loma êrîşên xwe yên li hemberî jinan zêde dike. Êrîşî dayikên ku dixwazin xwedî li zarokên xwe derkevin dike. A rast êrîşî kitana spî dikin. Pêkanînên li ber Girtîgeha Gebzeyê, ji bo Tirkiyeyê cihê şermê ne." 
 
‘DAYIK JI BO ZAROKÊN WAN BIJÎN TÊDIKOŞIN' 
 
Tosûn, anî ziman ku çalakiyên ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê çalakiyên demokratîk in û got: "Dayik, ji bo zarokên wan bijîn têdikoşin. Çalakiyên dayikên ku zarokên wan bedena xwe dane ber mirinê rewa ne. Dayik ji bo zarokên wê bijî dikare her tiştî bike. Lê dewlet ji vê têkoşîna dayikan ditirse. Divê em li dijî van êrîşên faşîzan ên dewletê derkevin." 
 
Tosûn, destnîşan kir ku ji bo jiyanê ew dayik ew ê kitanên xwe jî û canê xwe jî deynê holê û got: "Heta daxwaza zarokên me bê qebûlkirin em ê bitêkoşin." 
 
MA / Ozgur Paksoy