ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2019'AN

* Li Colemêrgê, di zivistanê de ka û gihayê ji bo heywanan hatibûn berhevkirin qediyan û niha welatî nizanin dê çawa heywanên xwe xweyî bikin. Li herêmê ji ber hîn jî hin zozan qedexe ne û berfa li ser hinan jî neheliyaye, gundî gund bi gund li giya û kayê digerin. 
 
* Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Edeneyê bi dirûşmeya "Kar, ked, azadî û edalet" her kesî vexwand qadên 1'ê Gulanê. 
 
* Doîna Polivencû, ji bo jiyaneke hîn xweştir ji Romanyayê berê xwe dide Tirkiyeyê, lê belê ji ber şideta hevjînê xwe jiyana wê tarûmar dibe. Niha Polîvencû hewl dide dev ji hevjînê xwe berde, lê belê ji ber mafê wê yê hemwelatîbûyînê tune ye ditirse zarokên wê jî ji dest biçin. 
 
* Bûlût Dogan ku xizmê wî di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de ji bo derve dibin hêvî. Dayika Şemiyê Hanim Tosûn jî xwest her kes bibe dengê çalakgeran û rojnamevan Serpîl Unal jî got: "Ne mirin, dixwazim nûçeyên jiyanê çêbikim." 
 
* Dadgehê der barê Komkujiya Beybahçeyê de bi heman hincetê ceza li bersûcekî birî û bi heman hincetê jî der barê bersûcekî de biryara beraatê da. Parêzerê dozê Yakûp Koca, diyar kir ku ew ê îtiraz bikin û heta dawiyê bitêkoşin. 
 
* Dozgeriya Komarê ya Amedê, peywira berhevkirina agahî û belgeyên der barê kuştina Recep Hantaş de ji dest emniyetê girt û dewrî cendirmeyan kir. 
 
* Zekiye Başak ku keça wê Ayfer Başak 56 roj in di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku li malê nikare xwarinên ku keça wê jê hez dike çêbike û got: "Bi girî ji ser sifrê radibim." 
 
* Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn ku di 17'ê Nîsanê de di dema daxuyaniya çapemeniyê de polîsan ew derb kir, diyar kir ku êrîşa li hemberî wê û êrîşa li ser dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ji ber tecrîdê ye û got: "Êrîşî laçikên spî dikin." 
 
* Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken diyar kir ku şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ji qaseya şaredariyê ji bo saziyên din pere xerc kirine û got: "Lê ji bo gel qurîşek jî xerc nekirine." 
 
* Danişîna doza Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê di roja duyemîn de li 19'emîn Dadgeha Cezayê Enqereyê berdewam bike.(10.00)
 
* Pêkhateyên TJA'yê têkildarî îstîsmarkirina zarokan dê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê bide. (10.00)
 
* Komên baweriyan dê têkildarî grevên birçîbûnê li otelek Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) 
 
* Komîteya Amadekar a Mitînga 1'ê Gulanê dê ji bo amadekariyên mitîngê li avahiya Şaxa Jimara 2'an a Genel-Îş'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
 
* Çalakiya nobeta malbatên girtiyan a li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dê di roja 16'emîn de berdewam bike. (12.00)