Polîsan mudaxeleyî xwepêşandana li dijî îstîsmara zarokan kir

  • rojane
  • 08:32 25 Nîsan 2019
  • |
img
STENBOL – Şêniyên taxa Kanaryaya Navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyî welatiyan kir. 
 
Li Taxa Kanaryayê ya Navçeya Kuçukçekmecaya Stenbolê li dijî zarokek 5 salî êrîşa îstîsmarê pêk hatîbû. Heta niha kes ango kesên vê êrîşê pêk anîne nehatine girtin. Bûyerek bi heman rengî jî li Taxa Îkîtellî ya Kuçukçekmeceyê pêk hat û bû sedema gel dakeve kolanan. 
 
Duh di nava rojê de ji bo kiryarên her du buyeran jî bên girtin şêniyên taxan li kolanan bûn. Piştî her du protestoyan duh êvarê li Taxa Kanaryayê şêniyên taxê ji bo berteka xwe bidin nîşandan daketin kolanan. Welatiyan dirûşmên “Maf, hiqûq û edalet”, “Kanarya ranezê xwedî li zaroka xwe derkeve” û “Bêdeng nebe, biqîre ji îstîsmarê re bêje na” berz kirin. Welatî heta derengiya şevê li kolanan bûn û çalakî li dar xistin. 
 
Polîs piştî demekê hatin cihê çalakiya welatiyan û bi ava şid û bombeyên gazê mudaxeleyî welatiyan kirin. Pişt re xwepêşandan bi dawî bûn.