Erkan Kakça û Coşkûn Yîgît ên ESP’î hatin berdan

  • rojane
  • 14:04 24 Nîsan 2019
  • |
img
 
STENBOL - Di doza darizandina Edîtora ETHA Îsmînaz Temel, Nûcegihan Havva Cûştan û parêzerên EHB’ê de Erkan Kakça û Coşkûn Yîgît hatin berdan.  
 
5’emîn danişîna doza darizandina 23 kesên dinavê de nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temel, Havva Cuştan û parêzerên Buroya Hiqûqî ya Bindestan (EHB) jî heyî li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. 23 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” tên darizandina.
 
Piştî tespîta nasnameyê Coşkûn Yîgît ê girtî tê darizandin parastin kir. Yîgît, diyar kir ku îfadeyên şahidên derbarê wî de dayîn bi nakokin û got: “Îfadeyên hatine dayîn di 22’yemîn Dadgeha Ceza Giran de derbas dibin. Mirovên li wê derê ji ber vê îfadeyê tên berdan. Lê çi sedeme ku ez ji ber van îfadeyan hîna jî girtîge. Ez berdana xwe daxwaz dikim.”
 
‘SALEK Û NIVE GIRTIYE
 
Girtî Erkan Kakça jî parastin kir û got ji ber ku di dosyeyê de delîlek cuda tuneye ez berdana xwe daxwaz dikim.
 
Piştî parastinên hatin kirin, şandeya dadgehê, ji bo Erkan Kakça û Coşkûn Yigît biryara berdanê da û danişîn talûqî dîrokek pêş de kir.