Esker û polîsan nehişt parlamenter biçin gundê Saglam

img
MÛŞ – Parlamenterên HDP’ê yên xwestin biçin beşdarî merasîma cenazeyê Zehra Sağlam a li Girtîgeha Oltu dawî li jiyana xwe anî hatin astengkirin. 
 
Zehra Saglam a ku li Girtîgeha Oltu ya Erziromê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî ji aliyê eskeran ve hat desteserkirin û birin gundê wê yê li Navçeya Gimgima Mûşê. Tenê destûra çend ferdên malbatê beşdarbûna merasîma cenaze hat dayîn. Hevserokê DBP’ê Mehemt Arslan, Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkun, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Musa Farisogullari, Erdal Aydemîr, Abdullah Koç û Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Çewligê Hişyar Ozsoy xwestin biçin gund beşdarî merasîma cenazeyê Saglam bibin, lê di têketina gund de ji aliyê polîs û eskeran ve hatin astengkirin. Destûr nedan biçin beşdarî merasîmê bibin. 
 
'BERPIRS HIKUMET E’
 
Gulîstan Kiliç Koçyigît anî ziman ku têkildarî cenaze tu agahiyek nîne û nahêlin heyeta wan bi tu awayî biçin gund. Koçyigît da zanîn ku hikumet berpirsê van mirinane û got: “Divê demildest pêşî li van mirinan bê girtin. Bila mirin pêk neyên. Heke guh bidana daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê dê 3 darbest ji girtîgehan derneketina.”  
 
Parlamenterên destûra wan nehat dayîn vegeriyan navenda bajêr. Walîtiya Mûşê têketin û derketina gund qedexe kiribû.